Bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê gerîlayan
Bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya ji bo gerîlayê HPG’ê Mehmet Bozkûrt û gerîlaya YJA-Starê Neslîhan Akgul hate danîn, hate kirin.
Bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya ji bo gerîlayê HPG’ê Mehmet Bozkûrt û gerîlaya YJA-Starê Neslîhan Akgul hate danîn, hate kirin.
Li Wanê ji bo gerîlayê HPG’ê Mehmet Bozkûrt (Dilgeş Yekbûn) ê hate ragihandin ku di sala 2015’an de li Dêrsimê tevlî karwanê şehîdan bûye û gerîlaya YJA-Starê Neslîhan Akgul (Bêrîtan Alan) ya ku di sala 2020’an de li herêma Garê tevlî karwanê şehîdan bûye, merasîma sersaxiyê hate lidarxistin.
Sersaxî, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê bi rengekî girseyî hate ziyaretkirin.
Nûnerên rêxistina girseya demokratîk û gelek welatî beşdarî merasîma sersaxiyê bûn û di merasîmê de gelek caran dirûşmeya ‘’Şahîd namirin’’ hate berzkirin.