Cenazeyê Şehîd Simko Dilpak li Binarê Qendîlê hat veşartin

Bi tevlîbûna malbatên şehîdan, welatparêz û gelek welatiyan cenazeye şehîd Simko bi merasîmeke heybet li Binarê Qendîlê hat veşartin.

Bi merasîmeke heybet cenazeye Şehîd Diyar Mihmed bi nasnav Simko Dilpak li Binarê Qendîlê bi tevlîbûna malbatên şehîdan, welatparêz û gelek kesî hate veşartin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.

Piştre Wehab Ehmed peyama Komîteya Şehîdan xwend. Di peyamê de bal kişand ser rol û têkoşîna şehîd Simko û weke mînaka fedekarî hate pênasekirin.

Di dewama merasîmê de li ser navê malbata şehîd ji aliyê Hesen Pişder ve hate xwendin. Malbatê anî ziman ku ew bi zarokê xwe serbilinde û got: ‘Emê li ser şopa Şehîd Simko û hemû şehîdên Kurdistanê bimeşin. Em çeka wan û rêya wan bernadin.”

Piştre Hevserokê Mecilsa Gel ya Binarê Qendîlê Aram Hisên peyamek da û got: “Qendîl kelha berxwedanê ye. Pêşwaziya zarokên leheng dike. Şehîd Simko bû dîroka zindî ya vê axê.”

Di dewama merasîmê de helbestvan Şêx Mihemed Bestê û Dildar Xesrew helbest gotin.

Di dawiya merasîmê de jî bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ cenazeye Şehîd Simko veşartin.

Şehîd Diyar Mihemed (Simko Dilpak) sala 2019’an tevlî nava refên gerîla bibû û 13’ê Mijdara 2024’an li Rojavayê Kurdistanê şehîd bibû.