Ciwanên Başûrî serdana Amarayê kirin
Nûnerên ciwanan ên Başurê Kurdistanê, di çarçoveya serdanên li Rihayê serdana Amarayê kirin.
Nûnerên ciwanan ên Başurê Kurdistanê, di çarçoveya serdanên li Rihayê serdana Amarayê kirin.
Şandeya Başûr ku ji rêxistinên ciwanan ên Partiya Komunîst a Kurdistanê (KCP) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PASOK) pêk tê, hatin Rihayê. Şandeyê pêşî serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê kirin.
Piştre şandeyê serdana gundê Amarayê ku Rêber Apo lê ji dayik bûye, kirin. Birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan, hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, hevserok û rêveberên DEM Partiyê yên Xelfetiyê û endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê beşdarî serdanê bûn.
Di serdanê de li ser yekîtiya neteweyî û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin hatin kirin. Hat zanîn ku şande piştî hevdîtinên li Rihayê wê sibê biçin Enqereyê. Ciwan ji bo serdana Îmraliyê bikin wê serî li Wezareta Dadê bidin û daxuyaniyê bidin.