'Em fedaiyên Rêber Apo em ê ji bo hemû gelan civakeke komunal ava bikin'
Gerîlaya Azadiyê ya Kurdistanê Nûcan Mazlûm anî ziman ku bi mîrateya PKK'ê wê weke fedaiyên Apoyî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan civakeke komunal ava bikin.
Gerîlaya Azadiyê ya Kurdistanê Nûcan Mazlûm anî ziman ku bi mîrateya PKK'ê wê weke fedaiyên Apoyî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan civakeke komunal ava bikin.
Salvegera damezrandina PKK'ê ku tê ateya 'Cejna Berxwedanê' ji bo gelê Kurd, li çiyayên Kurdistanê bi coş tê pîrozkirin. Gerîlaya Azadiyê ya Kurdistanê Nûcan Mazlûm bi wesîleya salvegera 47'an a damezrandina PKK'ê ji ANF'ê r bi vî rengî axivî:
"Navê min Nûcan Mazlûm e. Ji Rojhilatê Kurdistanê me. Me partî ji zaroktiya xwe ve nas dikir. Ez çawa beşdarî PKK'ê bûm? Malbata min welatparêz bû û di nav xebatan de bû. Hem wek zarokeke gelê Kurd, hem jî wek jinekê dema em rastiya Kurd di dîrokê de dinirxînin, serhildanên ku çêbûne, komkujiyên ku çêbûne malbata min jî para xwe ji van girtiye. Min bi navê talebeyan têkoşîna partiyê nas kir. Zarokeke ku ji wê demê mezin bûm. Meraqa min ji bo talebeyan hebû, çi ne, kî ye, çawa beşdar dibe, ji ku derê hatiye hebû. Ez zarokeke ku her lêgerên xwe hebûn.
Weke jinekê her lêgereke min hebû. Di dîrokê de jin her tim tune hatiye hesibandin, lê di nav partiyê de dibe şoreşgerek, pêşengek, şer dike. Weke jinekê herî zêde ev bala min kişand. Min got, ez jî dikarim tevlî bibim. Ew hişmendiya ku di nav civakê de hebû ji bo min ti car nedihat qebûl kirin.
Dema PKK tê gotin mirov nikare bi yek du peyvan bîne ser ziman. Rast e navek e, lê di nav wî navî de vejîneke ku roj bi roj mezin dibe heye. Ji bo mirovahiyê bû ronahiyek ku di wê riyê de bimeşe. Dema li dîroka Kurdan tê mêzekirin, ji serhildanan bigre, ji komkujiyan bigre pêşengên van serhildanan ji ber ku yekîtiya di navbera Kurdan de çênekirine her bin ketine.
Niha PKK ji dinyayê re pêşengtî dike. Dibe ku wek nav niha PKK nemabe, lê ji bo Kurdan bû vejînek. Em vê vejînê di serî de li Rêber Apo, li şehîdên me yên pêşeng, li gelê me û hemû mirovahiyê re pîroz dikin.
Rast e, PKK hat fesix kirin, lê mîraseke mezin da avakirin. Têkoşîn û fikreke mezin afirand. Em ê jî li ser vê fikr û birdoziyê civakeke azad ku bikaribe li ser entegrasyonê jiyan bike biafirînin. Em ê wek mîlîtanên Rêber Apo û zarokên vî gelî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan civaka komûnal ava bikin. Serokatî dibêje, jin û ciwan pêşengê vê pêvajoyê ne. Wê civak li ser kokê xwe jiyan bike. Jin jî wê rastiya xwe di vê civakê de bibîne û pêşengtiyê bike. Têkoşîna me ne ji bo navekî ye, ne ji bo alekê ye, ji bo rizgariya mirovahiyê ye. Li ser vî esasî em ê bi her hêzekê re têkoşîna heyî bimeşînin. Li ser vî esasî em carek din vê rojê li hemû mirovahiyê pîroz dikin."