KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Şiyar Serdar hat kirin
Ji bo gerîlayê HPG'ê Şiyar Serdar (Huseyîn Taşkin) ê di sala 2009'an de şehîd bû, li Wêranşarê sersaxî hat danîn û girseyî serdana sersaxiyê hat kirin. -
‘Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşanî cîhanê da ku gelê Kurd aştiyê dixwaze’
Akademisyen û nûnerên siyasî di panela duyemîn de axivîn û diyar kirin ku Tirkiye hewl dide li gorî berjewendiyên xwe teşe bide pêvajoyê û wê di bin kontrola xwe de bigire. -
‘Ji bo serketina pêvajoyê divê Birêz Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de azad bibe’
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal û wesiyê Rêber Apo Mazlum Dînç civîneke çapemeniyê ya hevpar lidar xistin û destnîşan kirin ku ji bo serketina pêvajoyê divê Rêber Apo di aliyê fîzîkî de azad bibe. -
Newroz Uysal: Astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê tecrîda li Îmraliyê ye
Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal, di forûma li Silêmaniyê de axivî û got, “Astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê tecrîda li Îmraliyê ye. Yên ku zemîna hiqûqî û siyasî pêş bixin komîsyon û meclîs e.” -
‘PDK bi tirsa windakirinê gef li hêzên ewlehiyê dixwe’
Hat ragihandin ku tevî ku propagandaya hilbijartinê bi dawî bûye jî, lê PDK ji ber metirsiya windakirina dengên xwe li Duhokê gef û zextê li endamên hêzên ewlehiyê dike ku dengê xwe bidin PDK’ê. -
Forûma ‘Piştî salekê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ber bi kuve diçe?’ destpê kir
Li Silêmaniyê bi tevlîbûna 120 kesan foruma ‘Piştî salekê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ber bi kuve diçe?’ destpê kir. -
Li dijî bikaranîna tiryakê têkoşîn nayê meşandin
Li bajarê Sêrtê yê ku 300 hezar nifûsa wê heye, bikaranîna tiryakê zêde dibe, temenê bikaranînê her ku diçe dadikeve lê belê li hemberî bengîtiyê bes navenda YEDAM a girêdayî Yeşîlayê heye. -
Talebanî: Yên ku xaka xwe firotine Tirkiye nikarin mafên gelê me biparêzin
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ku di çalakiya kampanyaya hilbijartinê ya li Silêmaniyeyê de axivî, PDK’ê kir hedef û got, “Yên ku Kurdan şehîd kirin, li Şengalê Êzidiyan firotin û xaka me firotin Tirkiiyeyê nikarin mafê gelê me biparêzin.” -
HPG NRÇ: Wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anîn
HPG NRÇ’ê 10 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Bi îdeolojiya Apoyî xwe kirin milîtanên yeman û erkên xwe bi serkeftî bi cih anîn.” -
Yaser Dersîm: Fermandar Şivan di jiyanê de mamosteyek bû
Yek ji fermandarên HPG’ê Yaser Dersîm hevalê xwe yê têkoşînê Şivan Gever bi bîr anî û got: "Fermandar Şivan di jiyan û şerê xwe de mînak û mamoste bû." -
Leyla Ehmed: Dixwazin biyaniyan li ser ewlehiya Sûriyeyê bikin gef
Berdevka Ofîsa Têkiliyan a PYD`ê Leyla Ehmed li ber hewldanên guhertina demografiya herêmê rabû û got, "Em ê bi hevgirtina tevahiya pêkhateyan hemû planên dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeyeke pirreng bidin avakirin." -
'Li Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hezar û 516 navendên hilbijartinê heye'
Berdevkê Desteya Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê Zana Osman diyar kir ku ji bo hilbijartinên Parlamenta Iraqê li Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hezar û 516 navendên hilbijartinê heye. -
Malbatên Şehîdan: Bi bêdengiyê pêvajo nameşe
Delegeyên 13. Konferansa Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bang li malbatên şehîdan kirin da ku di vê pêvajoya aştiyê de xwedî li rol û mîsyona xwe derbikevin. -
'Kedkarek bû ku rastiya gerîla bi belge dikir'
Rojnamevan Roger Westan anî ziman ku kedkarê çapemeniya Kurd Azad Serxwebûn ê ku li Garê şehîd bû, rastî, têkoşîn û jiyana gerîla bi belge dikir. -
Nobeta li Mexmûrê bi koma 164’an berdewam dike
Nobeta li Mexmûrê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 840’an de bi koma 164’an biryardarî berdewam dike. -
Bafil Talabanî: DAÎŞ û Baas li Xaneqînê têk çû
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî diyar kir DAÎŞ û Baas li Xaneqînê têk çûne û destnîşan kir ku Xaneqîn parçeyek nayê veqetandin a Kurdistanê ye. -
Jinên ciwan ên Mexmûrê, ji bo piştgirîdayîna banga Rêber Apo meşiyan
Jinên ciwan ên Mexmûrê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê meşiyan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang kirin. -
Li Îranê cezayê ji bo 5 mamosteyên Kurd hate erêkirin
Cezayê ji bo 5 mamosteyên endamên Meclîsa Yekîtiya Mamosteyên Kurd hatî dayîn, ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Îranê ve hate erêkirin. -
Rijandina bermahiyên kîmyewî li hawirdorê ket rojeva dadgehê
Şêniyên Silêmaniyeyê rijandina bermahiyên kîmyewî ya li hawirdorê birin ber destê dadgehê û gilî kirin. -
Rojnamevan Hêmin Mamend: PDK'ê hewl da min bikuje
Rojnamevan Hêmin Mamend ku bû hedefa êrişeke çekdarî, bi daxuyaniyekê ragihand ku PDK'ê ji bo kuştina wî komek ji 10 kesan şand Silêmaniyeyê. -
Ji bo malbata şehîd Akgun serdanên sersaxiyê
Ji bo gerîlayê HPG'ê Agît Akgun ku li Zapê meha Adarê şehîd bû, li Tetwanê teziye hate danîn. -
Şehîd Pîran Suweyda û Şehîd Diljîn Bêlatî li Mexmûrê hatin bîranîn
Li Mexmûrê şehîd Pîran Suweyda û şehîd Diljîn Bêlatî ku di 1’ê Mijdara 2024’an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, hatin bîranîn. -
Li Dihokê welatiyek hate kuştin
Li taxa Masîkê ya Dihokê, welatiyê bi navê Geljîn Dêwalkî di êrişa çekdarî de hate kuştin. -
HPG-NRÇ’ê şehîdên sala 2017’an bi bîr anî
HPG-NRÇ’ê nasnameya 10 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, “Bi helwestên xwe yên bibiryar a li ser xeta fedayî yê Apoyî û bi îradeyên xwe yên xurt, mîrateyeke mezin a têkoşînê ji me re hiştin.” -
'Şehîd Cemşîd mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê xist'
Ji fermandarên HPG'ê Yaşar Çiya Fermandarê Eyaleta Erzîromê Cemşîd Elî Esker bi bîr anî ku 14'ê Nîsana 2018'an şehîd bû û got, "Hevalê Cemşîd weke fermandarekî Apoyî mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê xist."