Ji bo malbata şehîd Akgun serdanên sersaxiyê
Ji bo gerîlayê HPG'ê Agît Akgun ku li Zapê meha Adarê şehîd bû, li Tetwanê teziye hate danîn.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Agît Akgun ku li Zapê meha Adarê şehîd bû, li Tetwanê teziye hate danîn.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Agît Akgun (Sefqan Garzan) ku 20'ê Adarê li Zapê şehîd bû, li gundê Xizorkîn ê navçeya Tetwan a Bedlîsê li mala malbata wî teziye hate danîn.
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî û Çanda Piştevaniyê ya Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) serdaneke girseyî hate kirin.
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr jî beşdarî serdanê bûn.
Di dema serdanê de Dayikên Aştiyê meşiyan. Serdan bi xwendina mewlûdê bi dawî bû.