KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xizmên windayan bi daxwaza edaletê hatin ba hev
ÎHD û xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo Mehmet Sîncar, Sabrî Çardakçi û Ahmet Bîçîmlî hatin ba hev. -
Bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê Polat
Xelkê Wanê bi girseyî çû serdana konê sersaxiyê yê Fesîh Polat (Şahan Wan) ê şehadeta wî hate eşkerekirin. -
HPG-NRÇ: Em ê bibin şopdarên şehîdên xwe
HPG-NRÇ’ê 5 gerîlayên ku di sala 2021’an de tevlî karwanê şehîdan bûne, bi bîr anî û got: ‘’Ji bo watedartirkirina jiyana ku nûnerên xeta milîtaniya Apoyî hevrêyên me yên hêja ji me re hiştiye, em ê bibin şopdarên şehîdên xwe.’’ -
Şehîdgeha Herekolê hatiye wêrankirin: Aqûbeta 63 cenazeyan ne diyar e!
Şehîdgeha Şehîd Ezîme û Şehîd Resûl Goyî ya li Herekolê di sala 2017’an de hat bombebarankirin û piştre ji ber lehiyên zirareke mezin dît. Tenê çend kevir ji goristanê mane. -
Bi girseyî serdana şîna şehîd Arjen Yavûz kirin
Ji bo endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Arjen Yavûz (Çiya Rizgar) ku ji ber nexweşîna pençeşêrê di 25'ê Tebaxê de şehîd bû, li navçeya Şemrex a Mêrdînê şîn hat danîn. -
HPG-NRÇ’ê Fermandar Mihrali Yilmaz bi rêzdarî bi bîr anî
HPG-NRÇ’ê diyar kir ku fermandarê Apoyî Mihrali Yilmaz şehîd bû û got, “Em ê kesayeta fedakar, kedkar, dilnizm a hevrê Mihrali û sekna wî ya bêtawîz a li ser xeta Apoyî ji xwe re mînak bigirin.” -
Avesta: Em ê nehêlin ku hundirê pêvajoyê bê valakirin
Sozdar Avesta ragihand ku peyamên ji Îmraliyê têne dayin ji bo paşeroja pêvajoyê krîtîk in û got, “Aştî, civaka demokratîk û entegrasyon tenê bi rola yekser a Rêber Apo dikare pêk were. Em ê nehêlin ku naveroka pêvajoyê bê valakirin.” -
Karasû: Divê dewlet patînajê bi pêvajoyê nede kirin, gavê biavêje
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Karasû diyar kir ku nêzîkatiya AKP-MHP’ê û rêveçûna heyî ya komîsyonê li gorî pêvajoyê nîne û got, “Bêyî aştî û civaka demokratîk entegrasyon nabe, entegrasyoneke bi vî rengî wê bibe dewama asîmîlasyon û qirkirinê.” -
Kesên 4’ê Îlona 2015’an li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
Li navçeya Cizîr a Şirnexê, 21 kesên ku di dema qedexeya derketina derve ya di 4'ê Îlona 2015'an de hat îlankirin û heya 12'ê Îlona 2015'an dewam kir de hatin qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. -
Mehmet Sîncar di salvegera 32'emîn a qetilkirina xwe de hate bîranîn
Parlamenterê Mêrdînê yê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar ku 4'ê Îlona 1993'an li Êlihê di êrîşa çekdarî de hate qetilkirin, di salvegera 32'emîn a mirina xwe de li Qoserê hate bîranîn. -
Fûad Bêrîtan: Kurdistan ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn firsendek e
Endamê Desteya Rêveber a PJAK’ê Fûad Bêrîtan diyar kir ku li Rojhilata Navîn serdemeke nû dest pêkiriye û got: "Kurdistan fersendek e ji bo demokratîzebûna Rojhilata Navîn û jinûvepênasekirina nîzama nû ya li herêmê." -
Şehîd Bêrîtan Amed û Çiya Rizgar li Qendîlê hatin veşartin
Gerîlayên ji ber nexweşiyê şehîd bûn Bêrîtan Amed û Çiya Rizgar li Şehîdgeha Qendîlê bi merasîmekê hatin veşartin. -
Bi girseyî serdana şîna Şehîd Ronî Xezal kirin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Ronî Xezal ku li Xakurkê şehîd bû, li mala malbata wî şîn hate danîn. Bi girseyî serdana şînê hat kirin. -
Karak ê ku 30 sal in girtî ye li şîna kurê xwe bi kelepçekirî hat rawestandin
Mehmet Karak ê ku 30 sal in girtî ye, li şîna kurê xwe Omer Karak ê ku jiyana xwe ji dest dabû, bi kelepçekirî hat rawestandin. -
Bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê gerîlaya YJA Starê Fatma Kaya
Ji bo gerîlaya YJA Starê Fatma Kaya ya li Xakûrkê şehîd bû, konê sersaxiyê hate danîn. Gelek kes çûn serdana konê sersaxiyê. -
Desteya Mafên Mirovan a Başûrê Kurdistanê êrîşa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
Desteya Mafên Mirovan a Başûrê Kurdistanê êrîşa çekdarî ya li Silêmaniyeyê ya li hemberî rojnamevan Hêmin Mamend bi daxuyaniyekê şermezar kir. -
YRA: Êrîş li dijî mafê agahîwergirtinê ye
YRA'yê li ser êrîşa li hemberî rojnamevan Hêmin Mamend daxuyaniyek da û got, "Divê bûyerê bê ronîkirin, kiryar û hevkarên wan bêne girtin û radestî edaletê bêne kirin." -
Şoreş Alan: Şehîd Simko Serhildan pêşeng û fermandarê serdemê bû
Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê Şoreş Alan got, “Şehîd Simko cihê xwe di gelek şerên rûmetê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk de girt. Fermandariya şerê Qendîlê kir û bi qehremanî şehîd bû.” -
Şêniyên Amedê: Em daxwaza azadiya Rêber Apo û aştiyê dikin
Şêniyên Amedê yên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daketin qadan, careke din daxwaza xwe ya aştiyê anîn ziman. Amediyan xwestin, pêvajoya aştiyê bi lez bi encam bibe û Rêber Apo azad bibe. -
Li Silêmaniyê li dijî rojnamevan Hêmin Mamend êrîşa çekdarî
Rojnamevan Hêmin Mamend, li Silêmaniyê di encama êrîşeke çekdarî de birîndar bû. Di êrîşê de du gule li rojnamevan Hêmin Mamend ketine û bi giranî birîndar bûye. -
Li Helebceyê bi pileya 4’an erd hejiya
Li wîlayeta Helebceyê ya Herêma Kurdistanê bi pileya 4’an erd hejiya. -
Li Silêmaniyê di biryargeha Pêşmergeyan de teqîn çêbû
Li biryargeha Fermandariya Pêşmergeyan a 70’an di dema perwerdeya leşkerî ya xwendevanên koleja leşkerî de teqînek çêbû. Di encamê de kesekê jiyana xwe ji dest da, sê kes birîndar bûn. -
Li Bestayê agir bi daristanê ket
Li herêma Besta ya Şirnexê agir bi daristanê ket. -
HPG-NRÇ’ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG-NRÇ’ê nasnameya 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Em soza xwe dubare dikin ku xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û meşa xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin.” -
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar şehîd bû
Hate ragihandin ku endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar 25'ê Tebaxê ji ber nexweşiyê şehîd bûye.