KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ciwan wê li Amedê ji bo Rêber Apo bimeşin
Platforma Ciwanên Welatparêz wê di 18’ê Cotmehê de li Amedê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meş lidar bixe. -
‘Qedexeya li ser Balafirgeha Silêmaniyê bi temamî hate rakirin’
Parlamenterê YNK’ê Karwan Yarweys, ragihand ku qedexeya dewleta Tirk a li ser Balafirgeha Silêmaniyê bi temamî hatiye rakirin. -
Li komxebata ziman nûnerên olê: Li dijî qedexeya li ser ziman berxwedan divê
Di "Komxebata Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna ji bo Kurdî" de nûnerên ol û baweriyan axivîn û ba kişandin ser rola ziman. -
KJK: Em heqaretên ku li Rêber Apo hatine kirin bi tundî şermezar dikin!
Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku ew heqaretên li Meclîsê li Rêber Apo hatin kirin qebûl nakin, bi tundî şermezar dikin û vê yekê weke sûcê sorkirina şer dibînin. KJK'ê bang li alîgirên aştiyê kir ku helwestê nîşan bidin. -
Ji bo serxweşiya şervanê YPS’ê Yusuf Gucel serdanek girseyî
Li Amedê serxweşiya şervanê YPS’ê Yusuf Gucel ê ku di sala 2016’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şehîd bibû, bi rengekî girseyî hat ziyaret kirin. -
Komxebata Kurdî: Ziman ji perwerdeyê heta bi tenduristiyê mafekî jiyanî ye
"Komxebata Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna ji bo Kurdî" di roja duyemîn de ye, ku ji aliyê Saziyên Kurdî ve tê lidarxistin û Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) piştgiriya wê dike. -
Li Qoserê ÎHA'yek ket
Li navçeya Qoser a Mêrdînê vê sibehê balafireke bêmirov (ÎHA) ket bexçeyê bazara genim. -
Serokê Baroya Wanê: Divê destavêtina li Rojînê bê lêpirsîn
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz anî ziman ku delîlên nû yên di dosya Rojîn Kabaîş de derketin holê întimala destavêtinê zêde kiriye û got, êdî ji xwekuştinê wêdetir îhtimala kuştinê mezin bûye. -
Di Komxebata Têkoşîna ji bo Kurdî de rola jin, ciwan û çandê hat nîqaşkirin
Di rûniştinên sêyemîn û çaremîn ên komxebata "Stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo Kurdî" ku ji aliyê Saziyên Zimanê Kurdî ve tê lidarxistin, rola jin, zarok, ciwanan, çand û wêje di têkoşîna ji bo zimanê Kurdî de hat nîqaşkirin. -
Li Kerkûkê li ser girîngiya Kurdî festîval hate lidarxistin
Li Kerkûkê festîvala ‘Destkeft û Qonaxa Nû ya ji bo Vegera li Zimanê Dayîkê’ hat lidarxistin. -
Li Wanê komxebata Kurdî dewam dike
Komxebata "Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna ji bo Kurdî" ya li Wanê bi pêşkêşiyan dewam dike. -
Ajokaran rêya Dihok-Hewlêr girtin
Ajokarên qemyonên sotemeniyê rêya bingehîn a navbera Dihok û Hewlêrê girtin. Ajokar dixwazin sînorê hilgirtina bar bê zêdekirin. -
Di komxebata 'Têkoşîna ji bo Kurdî' de girîngiya 'statuya fermî' ya Kurdî hate destnîşankirin
Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) û saziyên wê yên ziman li Wanê "Komxebata Polîtîka û Stratejiya Têkoşîna ji bo Kurdî" dan destpêkirin. -
Careke din xwîn çû ser mejiyê Huseyîn Aykol
Vê sibehê cara duyemîn xwîn çû ser mejiyê rojnamevan Huseyîn Aykol. -
Li Qendîlê Akinci hate xistin
Balafireke bê mirov a bombebarkirî (SÎHA) ya Dewleta Tirk a bi tîpa Akinci, ku li ezmanê Qendîlê digeriya, hate xistin. -
HPG-NRÇ: Navên xwe li dîroka azadiyê nivîsandin
HPG-NRÇ’ê 6 gerîlayên şehîd bi bîr anî û got, “16 û 19’ê Hezîrana 2023’yan di êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de gihiştin şehadetê û bûn nemir.” -
Kalkan: Desthilatdariyê dest ji siyaseta îmhakirina Kurdan bernedaye
Dûran Kalkan diyar kir ku lêgerîneke çareseriyê ya desthilatdariyê nîne, dest ji mejiyê înkar û îmhaya Kurdan bernedaye û got, "Ji bilî azadiya Rêber Apo kes nikare şervanekî ji vî çiyayî daxîne. Divê her kes rast biaxive." -
Bafil Talebanî bi Sefîrê Fransa yê Iraqê re li hev civiya
Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi Sefîrê Fransa yê Iraqê Patrîck Furel re li hev civiya. -
Mafê tedawiyê yê Zeynep Celaliyan tê astengkirin
Her ku diçe rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan xirab dibe. Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin. -
Karayilan: Hevala Emîne pira navbera xwişk û biratiya gelan e
Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan şehîd Emîne Erciyes bi bîr anî û got, "Hevala Emîne milîtaneke zane, bi biryar û dilsoza nirxên şoreşê bû. Di heman demê de pireke xurt a xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk bû." -
Hiqûqnas Demîr: Azadiya Abdullah Ocalan temînata pêvajoyê ye
Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku mifteya çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd azadiya Rêber Apo ye. -
Sirûnaz Ehmedî a ku li Îranê girtî ye dest bi greva birçîbûnê kir
Çalakvana mafê jinên Kurd Sirûnaz Ehmedî ji bo piştgiriya girtiyê siyasî Nesîm Sîmyarî yê ku li Girtîgeha Evînê tê girtin, dest bi greva birçîbûnê kir. -
Li Dihokê di şewatê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Midûriyeta Parastina Sivîl a Dihokê ragihand ku li atolyeyekê ji ber şewatê 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan, ajokarê tankerê jî birîndar bû ku ji sedî 75 ê bedena wî şewitî. -
HPG-NRÇ: Navên xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin
HPG-NRÇ’ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn û got, “Bûn şopdarên Egîd, Bêrîtan û Zîlanan û weke lehengên hemdem ên gelê Kurd navên xwe li dîroka têkoşîna me nivîsandin.” -
Ji dengê Şehîd Helo Dêrsim 'Leyla'
Strana 'Leyla' ya ku tê gotin, li ser Leyla Qasim hatiye gotin, divê mirov ji Şehîd Helo Dêrsim jî guhdarî bike.