KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Bîranîn û mîrata şoreşgerî ya Riza Altun dê têkoşînê ronî bike’
Metîn Aslan, yek ji kesayetên pêşeng ê PKK’ê Riza Altun di 6’emîn salvegera şehadeta wî de bibîr anî û got, “Dilsoziya ji bo Riza Altun dilsoziya ji bo şoreşê ye, dilsoziya ji bo têkoşîna şoreşgerî ye.” -
HPG-NRÇ’ê 3 şehîd bi bîr anîn
HPG-NRÇ’ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Bi hevrêtiyên xwe yên xurt, beşdarbûnên xwe yên bi milîtanî û dilsoziyên xwe yên bi nirxên azadiyê re, navên xwe li dîroka azadiyê ya gelê me nivîsandin.” -
Riza Altûn li çiyayên Kurdistanê hate bîranîn
Riza Altûn ê ku têkoşîna wî ji Tuzluçayirê heta çiyayan 45 salan berdewam kir, di 6’emîn salvegera şehadeta xwe de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate bîranîn. Mûrat Karayilan got, “Pêşengên bi vî rengî bi şehadeta xwe jî ji Tevgera me re rê vedikin." -
Şerîk: Hevrêtî dihat wateya hevalê Riza
Cemal Şerîk anî ziman ku hevrêyê wî şehîd Riza Altûn "Hevrêyê hevrêyan bû" û got, "Di şer de, di çalakiyê de, di berxwedana zindanan de bi wî rengî bû; li her derê welê bû." -
Kizil Xalit: Hevalê Riza bi berxwedana xwe mohra xwe li şoreşê xist
Ji fermandarên HPG'ê Kizil Xalit yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Riza Altûn di salvegera 6'emîn a şehadeta wî de bi bîr anî û got, "Hevalê Riza bi berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê û şoreşê xist. Lehengekî mezin ê gelê Kurd bû." -
Şêniyên Amedê: Eger dewlet gavan neavêje wê bi xwe winda bike
Şêniyên Amedê gotin, "Ev pêvajo ji bo her kesî firsend e. Şer bi her kesî dide windakirin, aştî bi her kesî dide qezençkirin" û dewleta ku gavê neavêje rexne kirin. -
TAJÊ bang li hikûmeta Iraqê kir: Bi lîstokên PDK’ê nexapin
TAJÊ bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta Iraqê kir ku helwesta xwe li hemberî Şengalê û civaka Êzidî biguhere û neyê lîstokên PDK'ê. -
Rojnews û ANHA servîsên xwe yên Tirkî digirin
Ji nûnerên girîng ên çapemeniya Kurd ajansên Rojnews û ANHA'yê ragihandin ku piştî 30'ê Îlona 2025'an wê dawî li weşana xwe ya bi Tirkî bînin. -
Valatiya ku veqetîna şeş salan li pey hiştiye
Hevalê Riza di pêvajoyên herî krîtîk ên li nava Partiyê de bû yek ji kesayetên diyarker. Ji mînakên pratîkî yên ku me şahidî şê re kir, tê fêhmkirin ku kêlî û astên herî krîtîk derbas kir. -
20 ciwanên Êzidî tevlî nava refên YBŞ'ê bûn
20 ciwanên Êzidî beşdarî nava refên YBŞ'ê bûn û perwerdeya xwe bi merasîmekê bi dawî kirin. Şervanên nû yên YBŞ'ê biryardariya xwe ya ji bo parastina civak û xaka xwe nîşan dan. -
HPG-NRÇ: Wê di nava têkoşîna me de timî bêne bîranîn
HPG-NRÇ'ê 3 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî û got, "Hevrêyên me fermandar Canşêr, Engîzek û Sîdar ku navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin, wê di nava têkoşîna me de timî bêne bîranîn." -
Karasû: Riza Altûn hêza lêdanê û kûrahiya îdeolojîk kir yek
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû anî ziman ku şehîd Riza Altûn bi xeta çalakiyê ya li Dîlokê li dijî faşîzmê hate meşandin, bi berxwedana girtîgehê û perwerdeyên piştî wê berxwedanê, milîtanî û teorî li ser heman xetê gihand hev. -
Evîndar Ararat: Em ê teqez armancên heval Riza bi serketinê temam bikin
Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat diyar kir ku ew di şexsê şehîd Riza Altûn de ew deyndarê bîranîn, desketî û fêrkirinên pêşengan e û got, ew ê teqez armanc û xeyalên wan bi serketinê temam bikin. -
Îbrahîm Ateş li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin
Îbrahîm Ateş ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket, li li bajarê xwe Amedê bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin. -
Bi girseyî serdana sersaxiya gerîlayê HPG'ê Kûrtay hate kirin
Li navçeya Silopiya Şirnexê bi girseyî serdana gerîlayê HPG'ê Adem Kûrtay (Dijwar Berxwedan) hate kirin. -
Ji bo malbatên şehîdan serdanên sersaxiyê
Li Wanê girseya gel serdana malbatên gerîlayên HPG'ê Agît Ertaş, Sezer Işik û Ferhat Oztan dike ku şehîd bûn. -
Hawirdorparêzê di şewatê de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
Alan Alî (25) ku li navçeya Pênciwên a Silêmaniyeyê 28'ê Tebaxê di dema hewldana vemirandina şewatê de bi giranî birîndar bû, piştî 27 rojên dermankirinê jiyana xwe ji dest da. -
Karasû: Hevalê Riza wê di hebûna felsefeya Apoyî de bijî
Mûstafa Karasû anî ziman ku şehîd Riza Altûn heta nefesa xwe ya dawî tevkariyên mezin li têkoşînê kir û got, "Sekna wî jî wê ji niha û pê ve di milîtanî, felsefe, çand, hebûna têkoşîna jiyana Apoyî de bijî." -
Zulkuf Palû: Riza Altûn bandor li ser dost, dijmin her kesî kir
Zulkuf Palû qala hevrêyê xwe şehîd Riza Altûn kir û anî ziman ku Altûn bandor li ser dost, dijmin her kesî dikir û got, "Hevalê Riza yekî welê bû ku cihê wî nayê dagirtin." -
Nivîskar Herdem Merwanî: Divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne
Nivîskar Herdem Merwanî anî ziman ku divê dewleta Tirk bi berpirsyariya xwe rabe û astengiyên li pêşiya azadiya Rêber Apo rake ku aktorê bingehîn e. -
Bi girseyî serdana sersaxiya Kurtay Giravî hte kirin
Sersaxiya ji bo gerîlayê HPG'ê Kurtay Giravî ku îro şehadeta wî hate ragihandin, ji aliyê girseyek mezin ve hate ziyaretkirin. -
Cenazeyê Roşer Tolhildan piştî 6 salan hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Roşer Tolhildan ku şehadeta wî di 23'yê Tebaxê de hatibû ragihandin, piştî 6 salan ji goristana bêkesan hate girtin û li bajarê wî hate veşartin. -
DEM Partiyê li Amedê dest bi kampanya 'Em aştiyê dixwazin, ji ber...' kir
DEM Partiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rê û rêbazên demokratîk û aştiyane li Amedê dest bi kampanya 'Em aştiyê dixwazin, ji ber...' kir. -
HPG-NRÇ gerîlayên şehîd bi bîr anî
HPG-NRÇ'ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Bi israra xwe ya li ser xeta fedaîtiyê ya Apoyî, dixwazî û îradeya xwe ya xurt bûn milîtanên mînak." -
Kalkan: Riza Altûn nîşaneya xeta şoreşgeriya giştî bû
Ji kadroyên damezrîner ên PKK'ê Dûran Kalkan, Riza Altûn ê ku 25'ê Îlona 2019'an şehîd bû weke 'nîşaneya xeta şoreşgeriya giştî' pênase kir û got, "Ji aliyê hişmendî, biryar, îrade û pratîkê ve timî pêşeng bû."