KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Qoserê meşa zimanê dayikê hat qedexekirin
Meşa ku Egîtîm-Senê xwest bi dirûşmeya "Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin"li navçeya Qoserê li dar bixe, ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin. -
Li Wan û Mêrdînê 3 şehîd hatin bibîranîn: Xeta wan rê nîşanî me dide
Li Wan û Mêrdînê bi pêşengiya TJA’yê ji bo Emîne Ercîyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara ên ku di sala 2020’an de şehîd bûn, çalakiyên bîranînê hatin lidaxistin. Di çalakiyan de peyama “Em ê heta dawî xwedî li têkoşîna şehîdan derbikevin” hate dayîn. -
Çelîk ê ku piştî 32 sala hat berdan, bi girseyî hat pêşwazîkirin
Abdullah Çelîk ê ku 32 sal hate girtin, piştî berdana xwe li bajarê xwe Êlihê bi coş hate pêşwazîkirin. Çelîk peyama, “Em ê berxwedanê bidomînin” da. -
Şehmûs Sevdînoglû piştî 32 salan hate berdan
Şehmûs Sevdînoglû ku sala 1993'an li navçeya Hezex a Şirnexê hate girtin û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn, piştî 32 salan hate berdan. -
PAJK: Mîrateyeke mezin li pey xwe hiştin
PAJK: Hevalên Emîne Erciyes, Ş. Ekîn Amara Toldar û Ş. Zîn Zagros di nava têkoşîna me ya azadiyê de bi jiyan û têkoşîna xwe nemir bûn; mîrateyeke mezin ji me re hiştin ku ti carî nayê jibîrkirin û dest jê nayê berdan. -
Karasû: Em ê armanc û hesreta Emîne Erciyes pêk bînin
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû şehîd Emîne Erciyes bi bîr anî û diyar kir ku wê di çarçoveya Tirkiyeya Demokratîk û Komara Demokratîk de armanca wê ya azadiyê pêk bînin. -
Berxwedana karkerên ku ji aliyê qeyûmê Wanê ve ji kar hatin derxistin di roja 41’emîn de ye
223 karkerên ku ji aliyê qeyûmê Wanê ve ji kar hatin derxistin, di roja 41’emîn a berxwedana xwe de li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniyek ji bo çapemeniyê dan û meşek li dar xistin. -
Li Bestayê kursiya axaftina azad: Em rê nadin talana xwezayê
Li Bestayê li hember talana xwezaya Şirnexê nobet berdewam dike. Di nobetê de kursiya axaftina azad hat danîn. Gelek kesan di kursiya axaftina azad de hest û nêrînên xwe anîn ziman. -
Heyeta DEM Partiyê wê serdana Rêber Apo bike
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ragihand ku heyeteke berfireh wê hefteya bê serdana Rêber Apo bike. -
Ambargoya li ser Mexmûrê dewam dike: 10 karker hîn binçavkirî ne
Ambargo û zexta Iraq û PDK'ê ya li ser Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê dewam dike. 10 karkerên ku meha Tebaxê hatin binçavkirin hîn jî nehatine berdan. -
Zana Farqînî: Ji bo aştiyê divê gavên pratîkî bêne avêtin
Zanyarê Zimanê Kurd Zana Farqînî anî ziman ku divê dewlet tavilê dest ji wan polîtîkayên xwe berde ku dibin sedema şer û got, “Ji bo aştiyê divê gav bêne avêtin û polîtîkayên cihê baweriyê bikevin dewrê.” -
Zozan Çewlîk: Hevala Emîne mîna çemekî ber bi şoreşa Kurdistanê ve herikî
Ji fermandarên YJA Starê Zozan Çewlîk diyar kir ku Emîne Erciyes weke çemekî bû ku ber bi şoreşa Kurdistanê ve diherikî û soza dilsoziya bi bîranîna wê dubare kir. -
Xelkê Wanê bi girseyî serdana merasîma sersaxiyê ya gerîlaya YJA Starê dike
Li Wanê ji bo gerîlaya YJA Starê Sabriye Duman a şehadeta wê hate eşkerekirin, merasîma sersaxiyê hate lidarxistin. Şênî bi girseyî serdana merasîmê dikin. -
HPG'ê pêşenga enternasyonalîst Emîne Erciyes û du hevrêyên wê bi bîr anî
HPG'ê diyar kir ku şoreşgera Tirkiyeyî Emîne Erciyes weke Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê di nava têkoşîna azadiyê ya jinê de di asta herî bilind de bi berpirsyariyê rabû û 24 salan têkoşîna azadiyê ya gelan gihand asta herî bilind. -
Dayan: Rêber Apo deriyê jiyaneke nû vekir
Îlhan Dayan ku piştî dîlgirtina 32 salan hate berdan got, “Rêbertî deriyê jiyaneke nû vekir. Ji siyasetê heta bi wêjeyê li her qadan derfetên jinûve avakirinê pêşkêş dike.” -
Yê ku li ber ronahiya heqîqetê meşiya: Kemal Pîr
Dilsoziya Kemal Pîr ewqasî kûr bû ku li xaka Kurdistanê ya ku bi ziman û çanda wê nizanîbû li refên herî pêş meşiya. Ev wêrekiyeke ji rêzê nebû; şêweyê şênber ê baweriya bi heqîqetê bû. Ew êdî ne şexsekî bi tenê bû, ruhek bû ku tevlî qedera gelekî bû. -
YRK’ê şehîdeke HPJ’ê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya gerîlaya HPJ’ê Cîhan Pepûle ya ku di 22'yê Hezîrana 2025’an de li Pêncewînê şehîd bû, eşkere kir û diyar kir ku ew ê têkoşîna hevrêyên xwe bigihînin serketinê. -
‘Şehîd Amed û Şivan rêya heqîqetê hilbijartin û bûn fermandarên serdemê’
Mazlûm Heftan şehîd Amed Serhed û şehîd Şivan Çiya bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Şehîd Amed Serhed ji bo me bibû fermandarekî serdemê, bibû fermandarek ku em rast fêm bikin û erkên xwe pêk bînin. Şehîd Şivan Çiya jî rêya heqîqetê hilbijart." -
Ji bo bîranîna Kemal Pîr
Li gorî Kemal Pîr, li şûna jiyaneke bi bêdengî, mirineke bi qîrînê hîn bêhtir li rûmeta mirovahiyê dihat. Şoreşgerek bû ku wateya mirinê jî guhert. -
Rojnamevan Hêmîn Mamend qala êrîşa li ser xwe kir
Rojnamevan Hêmin Mamend ku li Silêmaniyê rastî êrîşa çekdarî hat peyama, “Bila gelê Kurdistanê jî dijmin jî bizanibe ku ji berê bi hêztir im. Ez ê bi moraleke bilindtir di nava Çapemeniya Azad de kar bikim.” -
Xizmên windayan bi daxwaza edaletê hatin ba hev
ÎHD û xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo Mehmet Sîncar, Sabrî Çardakçi û Ahmet Bîçîmlî hatin ba hev. -
Bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê Polat
Xelkê Wanê bi girseyî çû serdana konê sersaxiyê yê Fesîh Polat (Şahan Wan) ê şehadeta wî hate eşkerekirin. -
HPG-NRÇ: Em ê bibin şopdarên şehîdên xwe
HPG-NRÇ’ê 5 gerîlayên ku di sala 2021’an de tevlî karwanê şehîdan bûne, bi bîr anî û got: ‘’Ji bo watedartirkirina jiyana ku nûnerên xeta milîtaniya Apoyî hevrêyên me yên hêja ji me re hiştiye, em ê bibin şopdarên şehîdên xwe.’’ -
Şehîdgeha Herekolê hatiye wêrankirin: Aqûbeta 63 cenazeyan ne diyar e!
Şehîdgeha Şehîd Ezîme û Şehîd Resûl Goyî ya li Herekolê di sala 2017’an de hat bombebarankirin û piştre ji ber lehiyên zirareke mezin dît. Tenê çend kevir ji goristanê mane. -
Bi girseyî serdana şîna şehîd Arjen Yavûz kirin
Ji bo endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Arjen Yavûz (Çiya Rizgar) ku ji ber nexweşîna pençeşêrê di 25'ê Tebaxê de şehîd bû, li navçeya Şemrex a Mêrdînê şîn hat danîn.