Bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê Polat
Xelkê Wanê bi girseyî çû serdana konê sersaxiyê yê Fesîh Polat (Şahan Wan) ê şehadeta wî hate eşkerekirin.
Xelkê Wanê bi girseyî çû serdana konê sersaxiyê yê Fesîh Polat (Şahan Wan) ê şehadeta wî hate eşkerekirin.
Ji bo Fesîh Polat (Şahan Wan) ê ku hat eşkerekirin di sala 2001'ê de li Çewligê di êrişeke hewayî de şehîd bû, li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê konê sersaxiyê hat danîn.
Bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, bi girseyî serdana konê sersaxiyê hat kirin.
Girse, piştî duayan ji mala şînê derket.