Xelkê Wanê bi girseyî serdana merasîma sersaxiyê ya gerîlaya YJA Starê dike
Li Wanê ji bo gerîlaya YJA Starê Sabriye Duman a şehadeta wê hate eşkerekirin, merasîma sersaxiyê hate lidarxistin. Şênî bi girseyî serdana merasîmê dikin.
Li Wanê ji bo gerîlaya YJA Starê Sabriye Duman a şehadeta wê hate eşkerekirin, merasîma sersaxiyê hate lidarxistin. Şênî bi girseyî serdana merasîmê dikin.
Ji bo Sabriye Duman (Dîcle Arya) ku sala 2021’ê li Herêma Federe ya Kurdistanê di êrişeke hewayî de şehîd bû, li Taxa Nû ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin.
Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) çûn serdana merasîmê.
https://kurmanci.anf-news.com/kurdistan/hpg-nrC-em-e-bibin-sopdaren-sehiden-xwe-201294