KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Rûken Jîrkî: Hevala Emîne fermandara pêşeng a artêşa me bû
Rûken Jîrkî hevrêya xwe Emîne Erciyes bi bîr anî ku 20'ê Nîsana 2020'î di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bû û got, "Hevala Emîne fermandara serketinê bû, di nava YJA Starê de, li çiyayên Kurdistanê fermandara pêşeng a şerê tunelan bû." -
Jinên Êzidî bersiva peyama Rêber Apo dan: Têkoşîna me xurttir bû
Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava, bersiva peyama Rêber Apo dan û gotin, “Ev name, hêza me ya berdewamkirina têkoşînê ber bi bidestxistina demokrasiyê û aştiyê, xurttir kir.” -
Komalên Ciwan banga 'vegera li welat' li ciwanan kir
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan bal kişand ser banga 'vegerê' ya Rêber Apo li sirgûniyan kir û got, "Her ciwanên Kurdistanî yên bi rûmet divê li xak, çand û zimanê xwe vegere." -
Li pir a dîrokî restorasyona sexte: Kevirê dîrokî ne li şûna xwe ne
Li Geliyê Godernê talan dewam dike ku wê ji ber Bendava Sîlvanê di nava avê de bimîne. Li Taşkopru ya dîrokî ku ji ber bikaranîna dînamîtan zerar dîtiye, restorasyoneke seranser hate destpêkirin. Tê gotin, kevirên dîrokî yên pirê jî hatine dizîn. -
Nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin
HPG-NRÇ’ê diyar kir ku gerîlayên bi navê Amed Zap û Şiyar Qeremox şehîd bûne û got, “Bi ruhê fedayî yê Apoyî, hevrêtiya kûr, pîvanên jiyana dilnizm, sekna bi wêrek û fedakariyên xwe hewl dan heqê wezîfeyên xwe bidin.” -
Karasû: Rêber Apo pîvan e, divê azad bibe
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû anî ziman ku meseleya hevdîtina bi Rêber Apo re pîvana nêzîkatiya li pêvajoyê ye û got, qanûna ku Rêber Apo venehewîne, bê wate ye. -
Ciwanên Mexmûrê: Konseya Ewropa divê zextê li Tirkiyeyê bike
Ciwanên ku ji azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wargeha Mexmûrê di çalakiya nobedê de ne gotin, "Konseya Ewropayê ji bo bicihanîna biryarên heyî divê zextê li Tirkiyeyê bike. Eger dewleta Tirk gavê neavêje, divê baş bê zanîn ku kevoka aştiyê bi baskekî nafire." -
Peyama Rêber Apo ya ji bo Şengalê: Ez hebûn û mafên we diparêzim
Rêber Apo ji gelê Şengalê re peyameke taybet şand û diyar kir ku ferman wê careke din qet li wan ranebe û ew maf û hebûna wan biparêze. -
Baro û rêxistinên hiqûqî yên Amedê: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan divê bê rakirin
Baroya Amedê, Şaxê Amedê yê OHD'ê û TUAY-DER'ê raproa binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan a dema Hezîran-Tebaxê eşkere kir. -
Rêber Apo ji gelê Şengalê re peyamek şand
Rêber Apo peyamek ji xelkê Êzidî, bi taybetî jî ji gelê Şengalê re şand. Peyam wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re bê ragihandin. -
Çandar: Komîsyon divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, ‘mafê hêviyê’ pêk were
Parlamenterê DEM’ê yê Amedê Cengîz Çandar got, divê aktorê sereke yê pêvajoyê Rêber Apo li komîsyonê were guhdarîkirin û ‘mafê hêviyê’ pêk were. -
Di derbiya Kurdistanê de Wanspor 3-0 bi ser ket
Di maça Wanspor û Amedspor ku weke derbiya Kurdistanê hat pênasekirin de Wanspor bi 3-0 bi ser ket. -
Qedexekirina zimanê Kurdî hat protestokirin
Şahiya "Roja Zimanê Tirkî" ya Koleja TED a Diyarbakirê û TFF'ê ji ber dirûşma Kurdî ceza li Amedsporê birî li Amed û Şirnexê hatin protestokirin. Di çalakiyan de bal kişandin ser "ferzkirina yekzimanî ya li ser mafê zimanê dayikê". -
Banga tevlîbûna ji bo çalakiya ‘Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin’
Platforma Saziyên Demokratîk ji bo meşa ku wê 1’ê Cotmehê bi şîara ‘Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin’ ji Amedê heya Enqereyê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî
Li çiyayê Bagokê yê girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, tevgera leşkerî çêbû. -
HPG-NRÇ: Em ê bibin şopdarên armancên wan
HPG-NRÇ’ê gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi bîr anî û got, “Em soz didin ku bibin şopdarê armancên wan û xeyalên wan teqez pêk bînin.” -
Cenazeyê gerîlayê YRK’ê Helmet Helebce li warê wî Helebceyê hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê YRK’ê Helmet Helebce ê ku sala 2023’yan li herêma Asosê di êrîşa balafirên şer de şehîd bûbû, li warê wî Helebceyê hat veşartin. -
Cenazeyê şehîd Helmet şandin warê wî
Cenazeyê şehîd Şahîn Sîrwan Namik (Helmet Helebce) ê ku sala 2023’yan li herêma Asosê di êrîşa balafirên şer de şehîd bû, ji Qendîlê ber bi warê wî ve hate şandin. -
Bakirhan: Divê 'mafê hêviyê' û qanûnên aştiyê êdî bikevin meriyetê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan xwest, guhdarîkirina li meclîsê êdî biqedin, qanûn bêne amadekirin ku yasayên aştiyê bixin meriyetê û bang kir ku ji bo mafê hêviyê gav bê avêtin. -
Li Wanê serdanên sersaxiyê ji bo malbata şehîd Firat Kûşak
Ji bo gerîlayê HPG'ê Firat Kûşak (Şerwan Wan) êw li Herêmên Parastinê yên Medyayê di sala 2021'ê de şehîd bû, li taxa Beyuzumu ya navçeya Tûşba ya Wanê serdanên sersaxiyê li malbata Kûşak hate kirin. -
Komek ji ciwanên Şengalê beşdarî nava refên YBŞ'ê bûn
Komek ji ciwanên Şengalê beşdarî nava refên YBŞ'ê bûn û piştî perwerdeyek ji mehekê bi soza parastina civaka xwe li nava yekîneyên xwe belav bûn. -
Çinara ku baweriya bi paşerojê mezin kir: Jêhat Bagok
Şehîd dema dikevin nava axê winda nabin; her yek ji wan vediguherin çinarekê. Bi dengê bê, li serê çiyê, di kenê zarokan de jinûve geş dibin. Jêhat Bagok jî bû kokek bi vî rengî; li nava xaka azadiyê bû çinarek ku baweriya bi paşerojê mezin kir. -
Li Amedê jiyana civakî li qada xwecihî jinûve tê avakirin
Şaredariyên Amedê ku di pêvajoya aştiyê de bi gel re ji qada xwecihî pêvajoya avakirinê ya nû dane destpêkirin, ji bo sererastkirina xisarên civakî û mayindekirina aştiyê , xwe jinûve ava dikin. -
Li ser îdîayekê cezayê heta bi hetayê yê girankirî lê birîn: Bi du zarokên xwe li girtîgehê ye
Pelda Elçî di dema qedexeya derketina derve ya salên 2015-2016'an de li gel ku ne li Cizîrê bû 'cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî' lê hate birîn. Piştî biryarê, Pelda neçar ma ku li gel du zarokên xwe yên biçûk bikeve girtîgehê. -
Şîna gerîlayê HPG’ê Fırat Kuşak bi girseyî hat ziyaretkirin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Fırat Kuşak (Şerwan Wan) ku li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûbû, li taxa Beyuzumî ya navçeya Tûşbayê ya Wanê şîn hate danîn.