KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Serokê YNK’ê Talebanî bi Serokkomarê Iraqê Reşîd re civiya
Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî, li Bexdayê bi serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd re civiya. -
Li Êlihê mîtînga 'azadiyê': Dem dema azadiya Rêber Apo ye!
Li Êlihê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi dirûşma "Civaka Demokratîk û Azadî" mîtîngek hate lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî mîtîngê bûn. -
'Hêza guherîn û veguherînê gelên Kurdistanê ye'
Di encamnameya konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk de ku li Mêrdînê pêk hat, hate destnîşankirin ku li Rojhilata Navîn hêza guherîn û veguherînê gelên Kurdistanê ye. -
Hilbijartinên Iraqê û rewşa Şengalê
Hilbijartinên parlementoya Iraqê di 11’ê Mijdarê de wê werin lidar xistin. Hilbijartin wekî qonaxeke krîtîk ku wê hevsengiyên siyasî yên navxweyî û têkoşînên hêzê yên herêmî ji nû ve nîşan bide, derkeve pêş. -
Alimê olî Arikan: Aştî bi edaletê ava dibe
Alimê olî Abdullah Arikan got, "Aştî li ser edaletê ava dibe. Ji ber vê yekê jî divê dewleta Tirk bi rengekî adîl gavên welê biavêje ku bersivê bide daxwazên gelê Kurd." -
Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja 815’an de ye
Xelkê Mexmûrê di roja 815’emîn a çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo de banga xwedîderketina li Rêber Apo kir. -
Fermandarê HPG’ê li Şengalê hatin bibîranîn
Fermandarên HPG’ê Ronî Baz Gever, Şivan Cîlo Gever, Şervan Perwer û Kerîm Avareş li şehîdgeha Şehîd Dilşêr û Şehîd Berxwedan a çiyayê Şengalê bi awayeke girseyî hatin bîranîn. Di bîranînê de behsa têkoşîn û keda wan a ji bo Êzidiyan hate kirin. -
Ji bo gerîlayê YRK’ê merasîma sersaxiyê
Li Silêmaniyê ji bo gerîlayê YRK’ê Azad Zagros wê serdanên sersaxiyê bên qebûlkirin. -
Li Hewlêrê qeyrana benzînê
Pênc rojin li Hewlêrê ji ber qeyrana benzînê ajokdar demek dirêj di sireyên benzînxaneyan de disekinin. -
YRK’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir
Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya şervanê xwe yê ji Başûrê Kurdistanê eşkere kir. -
Mehmet Şîrîn Taşdemîr ê piştî 32 salan hate berdan bi coş hate pêşwazîkirin
Mehmet Şîrîn Taşdemîr ku 24'ê Îlona 1993'an li navçeya Licê ya Amedê hate binçavkirin û piştre cezayê muebbetê lê hate birîn, piştî 32 salan azad bû. -
Komalên Ciwan 'fermandarê ciwanan' Ronî Gever bi bîr anî
Koordînasyona Komalên Ciwan femandarê ciwanan Ronî Gever û hevrêyên wî bi bîr anî. -
KCK: Nirxandinên Nêçirvan Barzanî nayên qebûlkirin!
Berdevkiya Çapemeniyê ay Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê got, "Nêçirvan Barzanî li Hewlêrê di civînekê de li ser redkirina helweseta bi biryar a tevgera me û pêşketinên afirandiye daxuyanî û nirxandinên neyînî kir, ku bi ti awayî nayên qebûlkirin." -
Xebat Andok: Rêber Apo êdî lîderekî gerdûnî ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir û got, "Hêzên ku dixwestin Rêberê me û tevgera me tasfiye bikin bi ser neketin, ji ber ku Rêber Apo êdî lîderekî gerdûnî ye." -
Kolberek di encama teqîna mayinekê de birîndar bû
Li ser sînorê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di encama teqîna mayinekê de kolberekî Kurd birîndar bû. -
Ebedînoglû: Çareseriya pirsgirêkên aboriyê bi aştiyê ve girêdayî ye
Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sanatkaran a Amedê Alîcan Ebedînoglû bal kişand ser pirsgirêkên aboriyê yên li Tirkiyeyê û got, çareseriya pirsgirêkên aboriyê bi aştiyê dibe. -
Karayilan: Ronî Baz Tovî ji bo ciwanên Kurd mînak û hêvî ye
Mûrat Karayilan got, "Ronî ciwanek bû ku di şexsê xwe de şoreş afirand; bi felsefeya Rêber Apo xwe nû kir û ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya" û destnîşan kir ku bû semboleke berxwedan û hêviyê. -
Girtiyê ku piştî 30 salan hate berdan li Şirnexê bi coş hate pêşwazîkirin
Mehmet Salîh Erden ê ku zêdeyî 30 salan girtî ma, ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2'emîn a Xarpêtê hate berdan û li warê xwe li navçeya Hezex a Şirnexê bi coş hate pêşwazîkirin. -
DBP û TJA: Manîfestoya Civaka Demokratîk komplo pûç kir
DBP û TJA'yê komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêber Apo şermezar kirin û diyar kirin ku Manîfestoya Civaka Demokratîk komplo pûç kiriye. -
Karayilan: Şehîd Şivan yek ji lehengên ku Kobanê rizgar kirin, bû
Mûrat Karayilan Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Şivan Cîlo Gever ê ku 16’ê Hezîrana 2023’yan di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bû, bi bîr anî û got, “Heval Şivan ji bo rizgarkirina Kobanê bi roleke mezin rabû. Yek ji lehengên bênav ê Kobanê bû.” -
Gerîlayên HPJ’ê: Heta ku Rêber Apo azad nebe komplo wê dewam bike
Gerîlayên HPJ’ê li ser komploya 9’ê Cotmehê axivîn û gotin, “Komploya Navneteweyî di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd pêk hat. Heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe komplo jî tecrîd jî berdewam bike.” -
Li Rojhilat pêla binçavkirin û girtinê zêde dibe
Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê bal kişand ser zext û binçavkirinên zêde dibe û ragihand ku cezayê girtîgehê ji yek ji aktivîst 2 kesan re hatiye dayîn. Her wiha da zanîn ku 48 rojin agahî ji girtiyeke nayê girtin û 2 kes hatine binçavkirin. -
Li Şengalê hejmara 37’an a Kovara Dîcle derket
Hejmara 37’an a Kovara Dîcle ya meha Cotmeh- Mijdarê derket. Di kovarê de mijarên siyasî, aktûel, dîrokî, çandî, hunerî, jin û jineolojî, civak, tendûristî û hwd. cih digirin. -
Komploya 9'ê Cotmehê wê li gelek bajaran bê şermezarkirin
Ji ber salvegera komploya navneteweyî ku 9'ê Cotmeha 1998'an li dijî Rêber Apo hate kirin, wê li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê bêne lidarxistin. -
HPG-NRÇ: Ciwanên Kurd wê şehîdan ji xwe re bikin mînak
HPG-NRÇ'ê 4 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi hurmet bi bîr anî û got, "Em ê bîranîna wan a pîroz bikin hinceta têkoşîneke hîn xurt a li dijî komploya navneteweyî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."