Komploya 9'ê Cotmehê wê li gelek bajaran bê şermezarkirin
Ji ber salvegera komploya navneteweyî ku 9'ê Cotmeha 1998'an li dijî Rêber Apo hate kirin, wê li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê bêne lidarxistin.
Ji ber salvegera komploya navneteweyî ku 9'ê Cotmeha 1998'an li dijî Rêber Apo hate kirin, wê li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê bêne lidarxistin.
Çalakî wê li derveyî Stenbolê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk û li Stenbolê jî bi pêşengiya DEM Partî û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bêne lidarxistin.
Di çalakiyan de wê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê kirin. Her wiha li gelek bajarên cuda wê meş û daxuyaniyên çapemeniyê pêk werin.
Bajarên ku çalakî lê bêne lidarxistin bi vî rengî ne:
"MÊRDÎN: Saet di 15.30’ê de dê li pêşiya PTT’ê kom bibin û heta Parka Karayoluyê meş bê lidarxistin.
ŞIRNEX: Saet di 14.00’ê de wê ji Meydana Omer Kabak ber bi avahiya rêxistina DEM Partiyê ve meş bê lidarxistin.
DÊRSIM: Saet di 12.00’ê de wê li Kolana Hunerê daxuyanî bê dayin.
ÇEWLIG: Saet di 12.00’ê de dê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî bê dayin.
ÎDIR: Saet di 12.00’ê de wê ji avahiya DEM Partiyê heta Bîrdariya Mûsa Anter meş bê lidarxistin.
ÊLIH: Saet di 12.30’ê de wê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî bê dayin.
AGIRÎ: Saet di 13.00’ê de wê ji avahiya DBP’ê ber bi Cadeya Cumhuriyetê ve meş bê lidarxistin.
SÊRT: Saet di 16.00’ê de wê ji avahiya DEM Partiyê ber bi Cadeya Guresê ve meş bê lidarxistin.
WAN: Saet di 16.00’ê de wê ji pêşiya Van AVM’ê ber bi Meydana Bajar ve meş bê lidarxistin.
AMED: Saet di 16.30’ê de wê ji Qada Şêx Seîd ber bi Balikçilarbaşiyê ve meş bê lidarxistin.
RIHA: Saet di 17.00’ê de wê ji Novada Parkê ber bi Meydana Topçuyê ve meş bê lidarxistin.
ÎZMÎR: Saet di 17.00’ê de wê li pêşiya Sumerpark a li Konakê daxuyaniya girseyî bê dayin.
SEMSÛR: Saet di 17.30’ê de wê li Parka Mîmar Sînan daxuyanî bê dayin.
DÎLOK: Saet di 17.30’ê de wê li Parka Yeşîl Suyê daxuyanî bê dayin.
STENBOL: Saet di 18.00’ê de wê ji Yenîkapiyê ber bi Saraçhaneyê ve meş bê lidarxistin.
MÊRSÎN: Saet di 18.00’ê de wê li avahiya DEM Partiyê daxuyanî bê dayin."