KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê komployê pûç bike
KCK'ê bi wesîleya komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û got, serketina "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" wê hem armancên komployê têk bibe, hem jî Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bike. -
'Veguherîna demokratîk û avakirina civakî wê bibe bersiva herî bi wate a li dijî komployê'
Endamê Komîteya TEV-ÇAND'ê Nûrettîn Demîrtaş ragihand ku bersiva herî bi wate ya li komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê wê veguherîna demokratîk û avakirina civakî be. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em li kêleka xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne
Rêveberiya Xweser a Şengalê êrîşên hukûmeta demkî ya Şamê ya li ser taxên şêx Meqsud û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kir. Rêveberiyê berxwedana gel silav kir û peyama, “Em li kêleka gelê Rojava ne” da. -
Li Şengalê semînera 9’ê Cotmehê
Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo, êrîşên li ser Rojava û Peymana 9’ê Cotmehê ya PDK û Iraqê, semîner da. Di semînerê de banga tevlîbûna meşa ji bo komployên 9’ê Cotmehê hat kirin. -
Şengaliyan êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
Saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên hêzên Hikumeta Veguhêz a Şamê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û berxwedana gel silav kirin. -
Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê 810 roj li pey xwe hiştin
Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi koma 158’an di roja 810’an de didome. -
Di salvegera berxwedana Kobanê de meş: Berxwedana rûmetdar riya aştiyê vekir
Li Pirsûsê di salvegera êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê de li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê meşiyan. Cîgirê Serokê Koma Partiya DEM’ê Sezaî Temellî got: “Çareserî pêkan e. Divê proseya hevdîtinê ya ku Birêz Ocalan destnîşan kiriye ji nû ve dest pê bike.” -
Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 4 jin hatin qetilkirin û 47 kes hatin darvekirin!
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di meha Îlonê de çar jin hatine qetilkirin, 9 kes bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane û 47 kes hatine darvekirin. -
Li Şirnexê ji bo gerîlaya YJA Starê serdana sersaxiyê
Ji bo gerîlaya YJA Starê Zeynep Kaya ya şehîd bû, serdana girseyî ya sersaxiyê hate kirin. -
Tirkiyeyê qedexeya li ser geştên ji bo Silêmanî dirêj kir
Dewleta Tirk a dagirker qedexeya li ser geştên ji bo Silêmaniyê, ji bo 3 mehan carek din dirêj kir. -
Talebanî: Ji bo Êzidî vegerin xaka xwe, wê alîkariya me bidome
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi wesîleya Cejna Cemayê ya Êzidiyan peyamek pîrozbahiyê belav kir û got, ji bo ku gelê Êzidî vegere ser xaka xwe, ew ê piştgirî bidin. -
'Valahiyeke gengaz a rêveberiyê ya li Îranê wê me matmayî nehêle, ji ber ku em bi rêxistin in'
Endamê Konseya Rêveber a PJAK'ê Fuad Bêrîtan diyar kir ku li Îranê valahiyeke hêzê ya gengaz wê karibe ji bo vejîna sîstemeke demokratîk zemînê biafirîne û got, weke hêzeke girêdayî îradeya gel em ji hemû senaryoyên gengaz re amade ne. -
Li Baneyê kolberek hate kuştin
Li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hate kuştin. -
HPG: Mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin li pey xwe hiştin
HPG-NRÇ’ê şehîdên Garê bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Jiyana bi derwêşane ku yek ji taybetmendiyên milîtaniya Apoyî ye, di xwe de şênber kirin û mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin hiştin.” -
Ji bo Nagîhan Akarsel li Mexmûrê bîranîn
Nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel di 3’yemîn salvegera şahadeta xwe de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hat bîranîn. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê Armanc Mêrdîn konê sersaxiyê hat danîn
Di êrîşên Dewleta Tirk, yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, gerîlayê HPG’ê Armanc Mêrdîn (Erkan Buluş) gihîştibû şehadetê. Ji bo wî li gundê Qeraşîka Jor a Mêrdînê şîneke ji bo du rojan hate danîn. -
Nivîskar Rizgar Turhan ku piştî 30 salan hat berdan, li Sêrtê hat pêşwazîkirin
Nivîskar Rizgar Turhan ku piştî 30 salan hat berdan, ji aliyê nûnerên partiyên siyasî, TUAY DER, malbat û gel ve hat pêşwazîkirin. Turhan got, “Dem dema bi Rêbertiya azad re civaka azad e." -
Ciwanên Mexmûrê komxebata Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk lidaraxistin
Tevgera Ciwanên Mexmûrê û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê (TCM-TJCM) komxebatek têkildarî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk lidarxistin. -
Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hate bîranîn
Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li ser gora xwe ya li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê hate bîranîn. -
Nagihan Akarsel li cihê lê hat qetilkirin, hate bîranîn
Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel di salvegera 3’yan a qetilkirina xwe de, li cihê lê hatî qetilkirin hate bîranîn. -
Aqûbeta Aslan, Narîn û Gumuş hate pirsîn
Xizmên windayan aqûbeta Feysel Aslan, Wahit Narîn û Yilmaz Gumuş pirsîn ku salên 90’î ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin windakirin û qetilkirin. -
Pexşan Ezîzî: Divê DYE girêdana bi mafên mirovan re di pratîkê de nîşan bide
Girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî ku li Girtîgeha Qerçekê dîlgirtiye, destnîşan kir ku gelên li Rojhilata Navîn ji ber polîtîkayên DYE’yê û hevalbendên wan di bin zextê de ne û got, girêdana bi mafên mirovan re, bi rawestandina şer û komkujiyan re dibe. -
Pirtûkên Rêber Apo li Pêşangeha Navneteweyî ya li Silêmaniyê cih girtin
Li 7’emîn Pêşangeha Navneteweyî ya li Silêmaniyeyê berhemên Rêber Apo û pirtûkên welatparêzan li ber destê xwêneranin. -
Li Silêmaniyê Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan hate vekirin
Li bajarokê Tasluce yê Silêmaniyê 7. Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan hate vekirin, zêdetirî 250 hezar pirtûk tên nîşandan. -
HPG-NRÇ’ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG-NRÇ’ê 6 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Bi îradeya xwe ya bêhempa di dîroka azadiya gelê me de cihê xwe girtin û bûn nirxên me yên bilind ku her tim riya me ronî dikin.”