Ji bo gerîlayê HPG’ê Armanc Mêrdîn konê sersaxiyê hat danîn

Di êrîşên Dewleta Tirk, yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, gerîlayê HPG’ê Armanc Mêrdîn (Erkan Buluş) gihîştibû şehadetê. Ji bo wî li gundê Qeraşîka Jor a Mêrdînê şîneke ji bo du rojan hate danîn.

Hate ragihandin ku gerîlayê HPG’ê Armanc Mêrdîn (Erkan Buluş) di êrîşên dewleta Tirk ên 15’ê Kanûna 2018’an de li Gareyê şehîd bûye. Ji bo wî li gundê Qeraşîka Jor ê navçeya Artukluyê ya Mêrdînê şîn hate danîn.

Di şînê de beşdariyeke girseyî çêbû, girseyê wêneyê şehîd Armanc Mêrdîn hilda û ber bi qada şînê ve meşiya. Di dema meşê de dirûşmên “Şehîd Namirin” hatin berzkirin û tîlîlî hatin avêtin.

Di şînê de soza domandina têkoşîna şehîdan hate dayin. Şîn dê du rojan bidome û serdan jî bên qebûlkirin.