Nivîskar Rizgar Turhan ku piştî 30 salan hat berdan, li Sêrtê hat pêşwazîkirin

Nivîskar Rizgar Turhan ku piştî 30 salan hat berdan, ji aliyê nûnerên partiyên siyasî, TUAY DER, malbat û gel ve hat pêşwazîkirin. Turhan got, “Dem dema bi Rêbertiya azad re civaka azad e."

Nivîskar Rizgar Turhan ku piştî 30 salan li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 1 a Afyonê di 1'ê Cotmehê de serbest hat berdan, li bajarê xwe Sêrtê ji aliyê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re(TUAY DER), nûnerên partiyên siyasî, malbat û welatiyan ve hat pêşwazîkirin.

Turhan di pêşwaziyê de axivî û got: "Dibe ku îro me azadî bi dest xistibe, lê dilê me li girtîgehê ye. Serdemeke nû dest pê kiriye. Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye, ev serdem serdema azadiyê ye. Tevgera azadiyê ya kurd bi her awayî xwe daye qebûlkirin. Ji ber vê yekê, azadiya gelê kurd nêzîk e. Dem dema bi rêbertiya azad civaka azad e." 

Turhan piştre çû mala xwe ya li Taxa Algulê û bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" hat pêşwazîkirin.