Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em li kêleka xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne

Rêveberiya Xweser a Şengalê êrîşên hukûmeta demkî ya Şamê ya li ser taxên şêx Meqsud û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kir. Rêveberiyê berxwedana gel silav kir û peyama, “Em li kêleka gelê Rojava ne” da.

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî êrîşa Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li navenda bajarê Şengalê li ber avahiya Meclisa Gel bi tevlîbûna gelek endam û rêvebirên saziyan hate dayin.

Di daxuyaniyê de berxwedaniya gel hate silav kirin û piştgiriya xwe bi xelkê taxên şêx Meqsud û Eşrefiyê re anîn ziman.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Xwesera Demokratika Şengalê Nayif Şemo va hate dayin û ev hate gotin: “Em hikûmeta Colanî şermezar dikin. Hikûmeta Colanî di serî de êrîşî Êzîdiyan kirin, piştre Durzî û Elewî niha ji êrîşê taxa şêx Meqsut û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dikin. Em van êrîşan şermezar dikin, em bang li gelê xwe yê li Rojava dikin û dibêjin em bi dil û can piştgiriya we dikin”.