Li Silêmaniyê Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan hate vekirin
Li bajarokê Tasluce yê Silêmaniyê 7. Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan hate vekirin, zêdetirî 250 hezar pirtûk tên nîşandan.
Li bajarokê Tasluce yê Silêmaniyê 7. Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan hate vekirin, zêdetirî 250 hezar pirtûk tên nîşandan.
Li Pêşangeha Navneteweyî ya li bajarokê Tasluce ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê, 7. Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan hate vekirin.
Di pêşangehê de zêdetirî 250 hezar pirtûkên zarokan, perwerde, hunerî, siyasî, aborî, civakî, dîrokî, felsefe û gelek mijarên din tên nîşandan.
Tê gotin ji 16 welatan 250 pirtûkxane û navendên çapxaneyê tevlî pêşangehê bûne.
Li gorî Rêveberê Ragihandinê yê Çap û Belavkirinê ya Silêmaniyê Erwan Sîweyl ku agahî da ajansa Rojnews’ê, pêşangeh wê 11 rojan vekirî bimîne.
Erwan got ku bi gelek zimanan pirtûk hene, ji bo xwîneran derfetek zêde ya pirtûkan heye.