Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hate bîranîn

Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li ser gora xwe ya li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê hate bîranîn.

Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel di 4'ê Cotmehê 2022'yan de li bajarê Silemeniyeyê ya Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin. Nagîhan Akarsel di salvegera 3'yemîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya gundê Gulyazi ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê hat bibîranîn.

Bîranîn ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di rêzgirtinê de dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.

Piştre qurnefîl li ser gora Nagîhan Akarsel hatin danîn. Endama Koordînasyona Jinan a Anatoliya Navîn a DEM Partiyê Zeynep Yalçin, da zanîn ku Akarsel bi 11 guleyan hatiye qetilkirin û got ku têkoşîna wê ji bo jinan sembola vejînê ye û nivîs û ramanên wê dê zindî bimînin.

Piştre jî Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulderen Varli axivî û bi lêv kir ku ew ê ala têkoşîna Nagîhan Akarsel bernedin û ev tişt gotin, “Jin bingeha jiyan û azadiyê ne. Hevrê Nagîhan bingeha vê têkoşînê ye. Ew kesek bû ku bi pênûsa xwe têkoşîna jinan a tarî ronî kir. Da fêmkirin ku têkoşîna azadiya jinan di azadkirina jiyanê de ye. Erê, tu kuştina jinan tesaduf nîne. Nagîhan dîroka jinan a tarî bi pênûsa xwe nivîsand. Wê gelek tişt ji me re hişt. Em soz didin wê: Em hezar carî spasdarê te ne ji bo ronîkirina me, ji bo ronîkirina civakê, ji bo rê li ber jinan bi têkoşîn û azadiyê vekirin.”

Nagîhan Akarsel li Edene û Enqere jî hate bîranîn.