Kolberek di encama teqîna mayinekê de birîndar bû

Li ser sînorê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di encama teqîna mayinekê de kolberekî Kurd birîndar bû.

KOLBER

Li gorî agahiyên Kolbernewsê, bûyer li derdora gundê Mencîlanê yê nêzî herêma Nemşîrî ya Bane qewimî. Kolberê Kurd Nasir Rehîmî yê ji gundê Mencîlanê di encama teqîna li ser sînor de bi giranî birîndar bû. Hate ragihandin ku lingê Rehîmî qut bûye.

Di şeş mehên destpêkê yên vê salê de li Rojhilatê Kurdistanê 17 kolberan jiyana xwe ji dest dan, 20 jî birîndar bûn.

Di sala 2024'an de li Rojhilatê Kurdistanê 52 kolber mirin, 131 jî birîndar bûn.