KURDISTAN
24’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê bi axaftin û xwendina peyaman didome.
Sozdar Avesta got, "Eger ji bo çareseriya pirsgirêkê Rêbertî muxatab tê girtin, wê demê divê nêzîkatiyek li gorî wê bê nîşandan. Bi taktîkên dirêjkirina pêvajoyê û mijûlkirinê ne pêvajo bi pêş ve diçe, ne jî pirsgirêka sed salî çareser dibe."
Platforma Saziyên Demokratîk li dijî darvekirin û qetilkirinên siyasî yên li Îranê li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyanî da û bang li civaka navneteweyî kir ku bêdeng nemîne.
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ ya li Bakurê Kurdistanê hate destpêkirin, banga piştgiriyê kir.
HPG: Hevrêyê me Heqî di şeva 29-30'ê Gulanê de di kemîn û êrişa hêzên Îranê de şehîd bû.
Hemû Nûçe
-
-
Şahîn: Gel dixwaze pêvajo bi aştîyê bi encam bibe
Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn anî ziman ku gelê Kurd bi xurtî xwedî li pêvajoyê derdikeve û got: "Gel dixwaze pêvajo bi aştiyê bi encam bibe. Lê ji ber bêdengiya dewletê gel bi fikar e."
-
-
-
Li Cizîrê şahî: Em ji bo pêvajoya nû amade ne
Berdevka DEM Partî Aysegul Dogan di şahiya li Cizîrê de axivî û got: “Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 11’ê Tirmehê de me li Silêmaniyê dîrokeke nû dît. Rûpeleke nû vêbû. Şewazên têkoşînê diguherin. Em ji bo destpêkeke nû amade ne.”
-
-
-
Li diyarê Felekê gora zarokekî bêkes!
Di rojên qiyametê de, di bin lingên hespên hesinî de, di nav çinginiya şûrên fermanê de wê qedera zarokekî bêkes çi bibe? Zarokek bêkes, gorek bêkes. 11 sal in nayê zanîn ka ev zarok kî ye, ji ku derê ye. Belkî jî 11 sal in dayika vî zarokî li bendê ye.
-
Artêşa Tirk li Batufayê rêya gundan girt
Artêşa Tirk a dagirker di saetên sibehê de rêyên sereke yên gelek gundên li sînorê bajarokê Batîfa ya Dihokê girtin, rê nedan welatî û cotkarên herêmê biçin ser zevî û baxçeyên xwe.
-
PÎK’ê şehîdên Enfalê bi bîr anî
PÎK'ê di salvegera qirkirina Enfalê ya ku 31'ê Tîrmeha 1983'yan ji aliyê rejîma Sedam Huseyîn ve pêk hat de şehîdên Enfalê bi bîr anî û peyama "Ev êş dîroka berxwedan û rûmeta gelê me ye" da.
-
-
Qurbaniyên fermanê tên bibîranîn
Bi boneya salvegera fermanê li herêmên bakur û başûrê Şengalê çalakî û merasîmên bîranînê didomin. Li navçeya Duhola jî ji bo qurbaniyên fermanê kon hate vedan.
-
HPG-NRÇ'ê: Navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsandin
HPG-NRÇ’ê 4 gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne bi bîr anî û wiha got, “Bîranînên giranbiha yên hevrêyên me Roger, Seher, Dogan û Zekiye ku navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsandin, wê her dem di têkoşîna me de bijîn.”
-
Dîroka ku bi çîrokan hatiye nivîsandin
11 sal li ser fermana ku çeteyên DAÎŞ’ê li ser civaka Êzidî li Şengalê pêk anî derbas bû. Di sedsala 21’emîn de bi sedan qehremanên ku bi xwîna xwe dîrokê ji nû ve nivîsandin, bûn hêviya Êzidiyan.
-
Gelê Amedê bi Rêber Apo re ne
Kesên ku beşdarî civînên ku li navçeyên Bismil û Farqînê yên Amedê hatin lidarxistin bûn diyar kirin ku ew xwedî li peyama Rêber Apo derdikevin û ji dewletê xwestin ku gav bavêje.
-
-
-
-
-
-
Nayîf Şemo: Dîrok divê bibe dersek, ne dubare
Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo bi wesîleya salvegera fermana 3’yê Tebaxê beşdarî merasîma bîranînê ya li Sûka Kevin bû û got, “Di salvegera fermanê de, divê em dengê xwe bilind bikin.”
-
-
YRK’ê nasnameya du şehîdên HPJ’ê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YRK’ê nasnameya 2 gerîlayên HPJ’ê eşkere kir û got: ‘’Di 15’ê Tîrmeha 2024’an de 2 rêhevalên me yên bi navê Arîn Qoser û Tolhildan Nûman dema ku li ser erka xwe ya şoreşgerî bûn, gihîştin şehadetê.’’
-
Li Girtîgeha Merîwanê gef li girtiyên siyasî tê xwarin
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku berpirsên girtîgehê gefan li girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Merîwanê dixwin û got; “Ev rewş siyaseta hikumetê ya ji bo bêdengkirina dengê nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistanê ye.”
-