Bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê gerîlaya YJA Starê Fatma Kaya

Ji bo gerîlaya YJA Starê Fatma Kaya ya li Xakûrkê şehîd bû, konê sersaxiyê hate danîn. Gelek kes çûn serdana konê sersaxiyê.

Duh ji bo gerîlaya YJA Starê Fatma Kaya (Jîndar Tendurek)  ku di sala 2018’an de li Xakûrk a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê şehîdan bûbû, li gundê Yekmale yê girêdayî navçeya Ebex a Wanê ji aliyê malbata wê ve merasîma sersaxiyê hate lidarxistin.

Bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê û beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên civakî  ji bo seraxiyê seredaneke girseyî pêk hat.

Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya di serdanê de axivî û diyar kir ku ew ê li ser rêça kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane têkoşîna xwe bidomînin.

Hevseroka Wanê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gonul Ûzûnay jî axivî û da zanîn ku Fatma Kaya û hevalên wê nirxên mezin dane afirandin û got ku li ber ronahiya van nirxan têkoşîn mezin bûye û xwe gihandiye van rojan. Ûzûnay di dewama axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û destnîşan kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê hemû kes berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.

Birayê Fatma Kaya Ronî Nasir Kaya jî da zanîn ku li gel xwişka wî Fatma Kaya di nava malbatê de sê kesan jiyana xwe  jiyana xwe ji dest dane û got ku malbata wan û gelê Kurd bi têkoşîna xwişk û birayên wî û hevalên wan serbilind in.

Sersaxî piştî xwendina mewlûdê bi dawî bû.