KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Piştî pevçûnên li Silêmaniyê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
Li Silêmaniyê piştî bûyerên bi binçavkirina Lahur Şêx Cengî bi encam bûn, zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin û li bajêr tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin. -
Zoom TV a girêdayî Lahûr Şêx Cengî hate girtin
Piştî pevçûnên li Silêmaniyê û binçavkirina Lahûr Şêx Cengî, hêzên ewlekariyê avêtin ser Kanala Zoom Tv û kanal girtin. -
Bîlançoya şerê li Silêmaniyeyê giran bû
Li Silêmaniyeyê di şerê ji ber hewldana girtina lîderê Berey Gel Lahûr Şêx Cengî rû da, herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û tê îdiakirin ku 19 kes birîndar bûne. -
Dayikên Aştiyê: Kurdî bila bibe zimanê fermî, ‘Mafê Hêviyê’ bê naskirin
Dayikên Aştiyê ku di civîna 'Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî' de destûr nehate dayin ku bi Kurdî biaxivin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwestin ku destpêkê Kurdî bê qebûlkirin û 'mafê hêviyê' ji Rêber Apo re bê naskirin. -
Xwedêda Çûkê: Biryara betalkirina namzetiya min siyasî ye
Midûrê Nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê ku weke berbijêrê parlementoya Iraqê li ser kota Êzdiyan hate qeydkirin, diyar kir ku biryara betalkirina namzetiya wî biryareke siyasî ye û destnîşan kir ku ew vê biryarê red dike. -
Di şer û rageşiya li Silêmaniyeyê de 3 kes mirin
Di şer û rageşiya doh bi şev a li Silêmaniyeyê 3 wezîfedarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn. -
Kirasê 'hiqûqî' li bêcezahiştinê dikin
Tundiya hêzên dewletê ku li Colemêrgê bi rêk û pêk bûye, bê ceza tê hiştin. Hevserokê Şaxê ÎHD’ê Ozan Akbaş diyar kir ku ev yek hêzê dide kiryaran. -
KCK: Muxtar û Haydar mînaka herî mezin a welatparêziyê nîşan dan
Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê, ekolojîst Arîn Muxtar û Mûhammed Şêx Haydar ên ku dema hewl didan şewata li bejahiya Helebceyê vemirînin jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anî. KCK’ê got, wan mînakeke herî mezin a welatparêziyê nîşan dan. -
Lahur Şêx Cengî hate binçavkirin
Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî hate binçavkirin. -
Di navbera hêzên Lahur Şêx Cengî û Asayîşa Silêmaniyê de şer qewimî
Piştî fermana girtinê ya duh êvarê ji bo Serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî derket, di navbera hêzên Asayîşa Silêmaniyê û hêzên girêdayî Lahur Şêx Cengî de şer qewimî. -
Îranê cezayên giran li 14 mamosteyên Kurd birî
Meclisa Mamosteyên Sineyê ragihand ku 14 mamosteyên Kurd bi cezayên giran ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Îranê ve hatin cezakirin. -
Kongra Star: Divê Rêber Apo azad bibe!
Kongra Star ragihand ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike. -
Rêveberiya Xweser têkildarî plana 'dûrxistina Êzidiyan a ji Şengalê' hişyarî da
Rêveberiya Xweser a Şengalê civîna Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê weke hewldanek ji bo dûrxistina Êzidiyan a ji Şengalê pênase kir û destnîşan kir ku ew hewldanên bi vî rengî ti carî qebûl nakin. -
Li Amedê bîranîna Narîn Guran: Em şopdarê dozê ne
Meclîsa Jinan a Amedê ya DEM Partiyê Narîn Guran a 8 salî ku sala 2024'an hate qetilkirin li ser gora wê bi bîr anî. Gelek siyasetmedar tevlî bîranînê bûn. -
Ji bo Huseyîn Sûgûç ê YPG'î serdanên sersaxiyê yên girseyî
Ji bo Huseyîn Sûgûç (Andok Dildar) ê YPG'yî ku sala 2014'an li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrîşa DAÎŞ'ê de şehîd bû, li warê xwe, li navçeya Silopiya ya Şirnexê konê sersaxiyê hate vedan. -
HPG-NRÇ: Hevrê Serhed bê navber têkoşiya
HPG'ê got, "Hevrêyê me Serhed bê navber têkoşiya û bi hunera xwe ya fermandariyê, sekna xwe ya zelal a li ser xeta Apoyî, hevrêtiya xwe ya xurt û tevlîbûna bi rengê fedaî mîrateyeke têkoşînê ji me re hişt ku neyê jibîrkirin." -
'Em dixwazin ku her kes wekhev be'
Dayika girtî Emrûllah Orûç anî ziman ku divê her kes li vê xakê azad be û ji bo dewlet û gelê Tirk got, “Bila xwedê tovê aştiyê di dilê wan de biçîne.” -
Kalkan: Divê Rêber Apo jî heyeta wî jî biçin Meclîsê
Dûran Kalkan got, çawa ku bi her kesî re li Meclîsê hevdîtin tê kirin, divê Rêber Apo û heyeta wî jî bibin meclîsê û lê bê guhdarîkirin; heta ku Rêber Apo li Îmraliyê dîlgirtî be komîsyon nikare bi mîlîmekê jî bi pêş ve biçe. -
Îranê 5 Kurdên din binçav kir, aqûbeta wan nayê zanîn
Aqûbeta 5 Kurdên ku hêzên dewleta Îranê li Seqiz û Kirmaşanê binçavkirin, nayê zanîn. -
Li Helebceyê di şewatê de 5 hezar donim erd şewitî
Waliya Helebceyê Nuxşe Nasih diyar kir ku ji ber şewata ku li bajêr derketî, zêdetirî 5 hezar donim daristanên xwezayî û erazî şewitiye. -
Fermandar û milîtanê Kurdistanê: Nûreddîn Sofî
Nûreddîn Sofî di têkbirina DAÎŞ’ê û avakirina YPG û QSD’ê de xwedî kedeke mezin bû. Bi şoreşa Rojava re li tevahiya Kurdistanê weke şoreşgerekî ku hevpariyê û zanebûnê çêdike, di dilê gel de cih girt. -
Hakî Armanc: Em ê armancên hevalê Sofî bi cih bînin
Ji fermandarên HPG’ê Hakî Armanc anî ziman ku şehîd Nûreddîn Sofî 32 salan bê navber ji bo gelê Kurd têkoşiya û got, “Weke hevrêyên wî, em ê li ser şopa hevalê Sofî bimeşin û armancên wî pêk bînin.” -
Berxwedana 223 karkerên ji aliyê qeyûmê Wanê ve ji kar hatine avêtin didome
Berxwedana 223 karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatine avêtin, didome. Karkeran bi gotina, “Em bi salan ji bo vî bajarî xebitîn. Yên ku îradeya gel nas nakin, îradeya kê temsîl dikin?” bertekên xwe anîn ziman. -
Fermandarên pêşeng hatin bîranîn
Ji bo fermandarên pêşeng Nûreddîn Sofî, Abdulbakî Babur û Metîn Arslan ku rojên borî şehadeta wan hate eşkerekirin, li Sêrtê merasîma bîranînê hate lidarxistin. -
Li Pakistanê karesata musonê: Nêzî 400 kes mirin
Li Pakistanê ji Pêncşema bihurî û vir ve di encama barana musonê ya dijwar de nêzî 400 kesan jiyana xwe ji dest dan.