KURDISTAN
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.
Hemû Nûçe
-
HPG'ê Cejna Vejînê pîroz kir, 2 fermandarên leheng bi bîr anî
HPG'ê salvegera 41'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û ragihand ku Fermandarê Akademiyên Apollo Koçero Ûrfa û pêşengê Şoreşa Azadiyê ya Rojava Nûreddîn Sofî şehîd bûne. HPG'ê got, "Di sala 42'emîn a têkoşînê de em ê meşa Egîdbûnê bêteredût dewam bikin.
-
Atakan Mahîr weke dengê çiyê û axê bû
Hîndekar û xwendekarê Akademiya Çiyê bû. Têkiliya wî ya bi çiyê re hîndekar bû. Ji çiyê hîn dibû, hînî mirovên çiyayî dikir. Em ji Atakan hînî hezkirina welêt bûn. Em bi Atakan re meşiyan, li warê seyîdan me find vêxistin û li mifteya çiyê geriyan.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Rêber Apo ji gelê Mexmûrê re name şand
Rêber Apo ji bo gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî nameyek nivîskî şand û got: “Em ê meseleyên civakî, siyasî û hiqûqî bi awayek kolektîf bigirin dest û li ser vî esasî ber bi çareseriyê ve biçin.”
-
-
HPG’ê 5 gerîlayên ku sala 2019’an şehîd bûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) gerîla Rojda, Serdem, Hêja, Nizar û Sozdar ên ku sala 2019’an şehîd bûne, bi “rêzdarî û minetdarî” bi bîr anî û got, “Em ê ala têkoşînê ya dewrî şopdarên xwe kirine, bi serketinê tacîdar bikin.”
-
-
-
Fermandariya HPJ’ê 7 gerîlayên azadiyê bi bîr anîn
Fermandariya Hêzên Parastina Jinan a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) bi daxuyaniyekê di salvegera şehadeta 7 gerîlayên ku 7’ê Tebaxa 2020’an di encama êrîşa dewleta Tirk a hewayî ya li ser Asosê de tevlî karwanê nemiran bûn, bi bîr anîn.
-
-
-
HPG-NRÇ’ê Fermandar Elî Serhed bi rêzdarî bi bîr anî
HPG-NRÇ’ê nasnameya Fermandar Elî Serhed eşkere kir û got, “Çawa ku fermandarê me yê fedayî Hevrê Elî ji bo parastina şervanên xwe her tiştê xwe feda kir, em ê jî bi heman awayî li ser xeta fedayitiyê bimeşin.”
-
Hêviyên îro berhema fedakariya wê û hevalên wê ye!
Doga Şîn a ku digot, “her gerîlayek qehremanê çîroka xwe ye,” çîroka xwe bi bawerî, ked û fedaîtiyê nivîsî. Şopa ku li Kobanê ser rûyê nekşandibû nîşaneyeke berxwedana jinên Kurd bû. Çîroka wê li çiyayên Kurdistanê deng vedana xwe bidomîne.
-
Lêpirsîn du sal şûnde bi encam bû: Dîsa êşkence bê ceza ma!
Lêpirsîna derbarê leşkerên ku di Tîrmeha 2023’yan de êşkence li 4 ciwanên Rûbarokê kiribûn, 2 sal şûnde bi encam bû. Serdozgeriya Komarê yê Şemzînanê bi hinceta “leşker sînorê bikaranîna hêz derbas nekirine û delîlên têrker tunene” biryara neşopandinê da.
-
Li Mexmûrê liv û tevgera leşkerî
Di saetên siharê de şandeyeke leşkerî ya Iraqê serdana wargeha Mexmûrê kir û di heman demê de bi wesayîtên zirxî li derdora wargehê liv û tevgereke leşkerî da destpêkirin.