KURDISTAN
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.
Hemû Nûçe
-
-
Amed Malazgîrt: Nûreddîn Sofî şoreşgerekî piralî bû
Ji fermandarên gerîla Amed Malazgîrt got, fermandar Nûreddîn Sofî kesayetekî pir alî bû, li gorî pêwîstiyê dîplomat, siyasetmedar û şervan bû û destnîşan kir ku bi saya têkoşîna Nûreddîn Sofî li çar parçeyên Kurdistanê gelek destketî hatin afirandin.
-
-
Cîhan Sîncar: Divê dewlet bi lez gavên şênber biavêje
Cîhan Sîncar têkildarî komîsyona li meclîsê ava bûye axivî û got, “Ji bo baweriya gel a bi pêvajoyê zêde bibe divê gavên şênber bêne avêtin. Têkoşîna aştî û demokrasiyê ji bo nirxên me yên ku me ew ji dest dane, divê bi ser bikeve.”
-
Sê şehîd li Amed û Rihayê hatin bibîranîn
Şehîd Nûreddîn Sofî, Bahtiyar Gabar û Koçero Urfayê li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di bîranînan de wiha hat gotin, "Bi mînakgirtina jiyan û têkoşîna şehîdan em dikarin xwedî li wan derkevin."
-
-
Şehîdên Meha Tebaxê li Şengalê hatin bibîranîn
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi merasîmekê Şehîdên Meha Tebaxê bi bîr anî, seredana Gorstana şehîda hate kirin. Di bîranînê de bang li civaka Êzidî hate kirin ku xwedî li keda şehîdan derkevin.
-
-
-
Karakûş: Komîsyon divê azadiya Ocalan pêk bîne
Nivîskar Mehmet Karakûş got, ji bo pêvajoya aştiyê bi rengekî erênî bi pêş ve biçe divê Tirkiye ‘mafê hêviyê’ nas bike û destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêber Apo berpirsyarî dikeve ser milê komîsyonê.
-
-
-
Serra Bucak: Li Licê şewat bi qismî hatiye kontrolkirin
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, diyar kir ku şewata li Hêne dest pê kir û pê re li gelek gundên Licê belav bû, di encama hewldanên mezin ên komên agirkuj de bi awayekî qismî hatiye kontrol kirin, lê şewat hê jî dewam dike.
-
-
-
-
Birîna Kendekolê ya nayê pêçan
15’ê Tebaxa 2000’an balafirên şer ên Tirk bombe li gundê Kendekol ê Başûrê Kurdistanê barandin û di encamê de piranî jê jin û zarok 35 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî birîndar bûn. 25 sal derbas bûn, kujer hîna bêceza ne.
-
-
-
-
Gerîlayên Ereb: Têkoşîn wê bi ruhê Egîd dewam bike
Gerîlayên Ereb ên ku ji têkoşîna Fermandarê Mezin Egîd (Mahsum Korkmaz) bandor bûne û tevlî bûne, wiha gotin: “Roja 15 Tebaxê ji bo me hemûyan rojeke pîroz e, bi vê wesîleyê em ê têkoşîna xwe bilind bikin heta ku Rêber Apo azad dibe.”
-
'Ew fermandarek bû ku sînorên cih û demê derbas kirin'
Sîpan Hemo û Newroz Ehmed gotin, "Fermandar Nûreddîn Sofî yek ji wan fermandaran e ku di dîroka gelan de dubare nabe” û diyar kir, ku wî sînorên cih û demê derbas kirin û bandoreke ku nayê jibîrkirin li pey xwe hişt.
-
-
Li Tilizêrê şehîdên Komkujiya 14'ê Tebaxê hatin bibîranîn
Li nehiya Tilizêrê, şehîdên komkujiya teqîna 14'ê Tebaxê bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi merasîmekê hatin bîranîn. Di merasîmê de hate gotin ku piştî fermana derbasbûyî, Êzidî bi rêxistinbûna xwe karîne dest bi jiyaneke nû bikin.
-
PJAK’ê 15’ê Tebaxê pîroz kir
PJAK’ê salvegera 41'an a Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an pîroz kir û destnîşan kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li çar parçeyên Kurdistanê wê bi serkeftinê bi encam bibe.