BI DÎMEN

Fragmana beşa 20’an a ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin

Fragmana beşa 20’an a Belgefilma Vejîna Kurd hate weşandin ku ji aliyê Komuna Belgefilmê ya Şehîd Gulistan Tara ve hatiye çêkirin. Di vê beşa belgefilmê de berxwedana zindanê mijar e.

VEJÎNA KURD

Fragmana beşa 20’an a Belgefilma Vejîna Kurd a ku ji 90 beşan pêk tê, hate weşandin. Ev beşa ku bi sernavê “Hovîtî”, bal dikêşe ser êşkenceyên rejîma cunta ya 12’ê Îlonê û li dijî vê berxwedana li zindanan, bi taybetî ya li zindana Amedê. Di vê beşa belgefilmê de kesên mîna Riza Altûn, Sakînce Cansiz, Mustafa Karasu, Ahmet Turk, Fuat Kav û Muzaffer Ayata qala demê dikin.

Beşên nû yên belgefilmê rojên Çarşemê li ser Stêrk TV û rojên Îniyê jî li ser televizyona Medya Haberê tên weşandin.

Hûn dikarin hemû beşên belgefilmê li ser navnîşanên înternetê https://kominatara1.com/ û qenala telegramê https://t.co/OTX3Q2pbpK bişopînin.