KURDISTAN
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.
Hemû Nûçe
-
Li Cizîrê şahî: Em ji bo pêvajoya nû amade ne
Berdevka DEM Partî Aysegul Dogan di şahiya li Cizîrê de axivî û got: “Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 11’ê Tirmehê de me li Silêmaniyê dîrokeke nû dît. Rûpeleke nû vêbû. Şewazên têkoşînê diguherin. Em ji bo destpêkeke nû amade ne.”
-
-
-
Li diyarê Felekê gora zarokekî bêkes!
Di rojên qiyametê de, di bin lingên hespên hesinî de, di nav çinginiya şûrên fermanê de wê qedera zarokekî bêkes çi bibe? Zarokek bêkes, gorek bêkes. 11 sal in nayê zanîn ka ev zarok kî ye, ji ku derê ye. Belkî jî 11 sal in dayika vî zarokî li bendê ye.
-
Artêşa Tirk li Batufayê rêya gundan girt
Artêşa Tirk a dagirker di saetên sibehê de rêyên sereke yên gelek gundên li sînorê bajarokê Batîfa ya Dihokê girtin, rê nedan welatî û cotkarên herêmê biçin ser zevî û baxçeyên xwe.
-
PÎK’ê şehîdên Enfalê bi bîr anî
PÎK'ê di salvegera qirkirina Enfalê ya ku 31'ê Tîrmeha 1983'yan ji aliyê rejîma Sedam Huseyîn ve pêk hat de şehîdên Enfalê bi bîr anî û peyama "Ev êş dîroka berxwedan û rûmeta gelê me ye" da.
-
-
Qurbaniyên fermanê tên bibîranîn
Bi boneya salvegera fermanê li herêmên bakur û başûrê Şengalê çalakî û merasîmên bîranînê didomin. Li navçeya Duhola jî ji bo qurbaniyên fermanê kon hate vedan.
-
HPG-NRÇ'ê: Navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsandin
HPG-NRÇ’ê 4 gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne bi bîr anî û wiha got, “Bîranînên giranbiha yên hevrêyên me Roger, Seher, Dogan û Zekiye ku navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsandin, wê her dem di têkoşîna me de bijîn.”
-
Dîroka ku bi çîrokan hatiye nivîsandin
11 sal li ser fermana ku çeteyên DAÎŞ’ê li ser civaka Êzidî li Şengalê pêk anî derbas bû. Di sedsala 21’emîn de bi sedan qehremanên ku bi xwîna xwe dîrokê ji nû ve nivîsandin, bûn hêviya Êzidiyan.
-
Gelê Amedê bi Rêber Apo re ne
Kesên ku beşdarî civînên ku li navçeyên Bismil û Farqînê yên Amedê hatin lidarxistin bûn diyar kirin ku ew xwedî li peyama Rêber Apo derdikevin û ji dewletê xwestin ku gav bavêje.
-
-
-
-
-
-
Nayîf Şemo: Dîrok divê bibe dersek, ne dubare
Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo bi wesîleya salvegera fermana 3’yê Tebaxê beşdarî merasîma bîranînê ya li Sûka Kevin bû û got, “Di salvegera fermanê de, divê em dengê xwe bilind bikin.”
-
-
YRK’ê nasnameya du şehîdên HPJ’ê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YRK’ê nasnameya 2 gerîlayên HPJ’ê eşkere kir û got: ‘’Di 15’ê Tîrmeha 2024’an de 2 rêhevalên me yên bi navê Arîn Qoser û Tolhildan Nûman dema ku li ser erka xwe ya şoreşgerî bûn, gihîştin şehadetê.’’
-
Li Girtîgeha Merîwanê gef li girtiyên siyasî tê xwarin
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku berpirsên girtîgehê gefan li girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Merîwanê dixwin û got; “Ev rewş siyaseta hikumetê ya ji bo bêdengkirina dengê nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistanê ye.”
-
-
-
Berdana rojnamevan Umêd Beroşkî hat paşxistin
Rojnamevan Umêd Beroşkî yê ji Dihokê, dihat payin ku di 30’ê Tîrmeha 2025’an de bihata berdan. Parêzerê wî ragihand ku ji ber ji ber dozek berê, berdana wî şeş mehan hat paşxistin. Navenda Parastina Rojnamevanan bertek nîşanî vê biryarê da.
-
-