KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Qasim Engîn: Fermandar, kedkar û fîlozofekî şoreşger
Gerîla Nûdem qala Şehîd Qasim Engîn kir û got, "Hevalê Qasim xwe gelekî bi pêş xistibû. Carna fermandar carna jî kedkar, mamoste, fîlozof bû. Kesayetiyeke şoreşgerî bi xwe re afirandibû, şoreşgerekî profesyonel bû." -
Umît: Eger dewlet veneguhere, nepêkane ku biryar bikevin meriyetê
Hêlîn Umît destnîşan kir ku eger di nava dewletê de veguherînek nebe, nepêkan e ku biryarên ji aliyê PKK'ê ve hatine wergirtin bikevin meriyetê û got, "Eger sererastkirinên qanûnî neyên kirin em ê çawa bi pêş ve biçin?" -
Îstixbarata Îranê gefê li malbata Werîşe Muradî dixwe
Hat ragihandin ku Wezareta Îstixbaratê ya Îranê gefa girtinê li malbata girtiya siyasî Werîşe Muradî xwar. -
Huseyîn Arasan li Silêmaniyeyê hate bîranîn
Endamên Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ji bo Huseyîn Arasan ê 2 sal berê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li Silêmaniyeyê çalakiyeke bîranînê lidar xistin. -
Behzat Çarçel: Hevrêtiya hevalê Qasim bi bandor bû
Behzat Çarçel qala Qasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) kir ku sala 1995'an li çiyayên azad hevdu nas kir. -
'Divê Kurd bi yekîtiyê pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin'
Endamên KNK'ê Refîk Gefur, Şaho Palanu û Niyaz Abdullah diyar kirin ku di avakirina civaka demokratîk de her kes xwedî berpirsyariyê ye û gotin, divê Kurd aştiya xwe ya navxweyî pêk bînin û bi yekîtiyê pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin. -
Hevrê Riza kesayetê duyemîn ê Kemal Pîr e
Kesayeta Kemal Pîr gelek hate nîqaşkirin, ji civakê re bû mal. Kesayetiya Riza jî wiha bû. Mîna civayê herikbar û di asta hîperaktîf de bi liv û tevger bû. Milîtanekî şoreşger, têkoşer, lêgerînvanekî mezin ê ku ji çalakiyê dibezî çalakiyê bû. -
Sembola ruhê enternasyonal: Tîjda Zagros
Tîjda Zagros 29'ê Nîsana 2025'an li qada Girê Bahar a Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrîşa dewleta Tirk de tevlî karwanê nemiran bû. Çîroka vê şervana esîl êdî çîroka Kurdistanê ye. -
Çalakiyên ‘Bila winda werin dîtin, fail werin darizandin’ hatin lidarxistin
Çalakiyên ku ji aliyê xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hemû hefteyan bi şîara ‘’Bila winda werin dîtin, fail werin darizandin’’ tên lidarxistin, vê hefteyê jî li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin lidarxistin. -
Dixwazin bi dek û dolaban kotaya Êzidiyan ji wan bistînin
Bi nûkirina yasaya hilbijartinan re dixwazin bi dek û dolabên siyasî kotaya Êzidiyan ji destê wan were girtin. PDK û beşek Şîa, dixwazin kotaya Êzidiyan ji bo danûstandin û lihevhatinên xwe yên siyasî bikar bînin. -
Fedaiyên keleha berxwedanê ya Girê Cûdî: Abbas, Lorîn û Rawan
Fedaiyên keleha berxwedanê ya Girê Cûdî: Abbas, Lorîn û Rawan. Ev her sê şervanên wêrek wekî ewladên wêrek ên gelê Kurd cihê xwe di rûpelên azad ên dîrokê de nivîsandin. -
Çiya çi dibêjin: Ger PKK şer nekiriba, me îro nedikarî aştiyê nîqaş bikin
Gerîlayên ku biryara fesihkirin û çek berdana PKK’ê nirxandin, diyarkirin ku ew berdana çekê ne wekî teslîmiyetê lê wekî têkoşînekî berfirehtir dibînin û destnîşankirin ku bi saya şerê PKK’ê îro aştî tê nîqaşkirin. -
Di greva li Îran û Rojhilat de 40 şofêr hatin binçavkirin
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku hêzên dewleta Îranê li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di greva şofêran de herî kêm 40 kes binçavkirin e. -
Li Mexmûrê cejna di bin zexta ambargoyê de: Cihê qedexeyê di mirovahiyê de nîne
Xelkê Mexmûrê kêfxweşiya Cejna Qurbanê di bin ambargoya giran de pêşwazî kir û nerazîbûna xwe li hemberî zext û astengiyên li ser Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî careke din nîşan da. -
Serdana gorên şehîdan hatin kirin
Li Colemêrg û navçeyên wê bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana gorên şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê hatin kirin. -
Serokê Bajarê Amedê yê HEP'ê Vedat Aydin hate bîranîn
Serokê Bajarê Amedê yê HEP'ê Vedat Aydin ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bîranîn. -
Şîlan Çelîk: Paketa Darazê ya Nû bersivê nade bendewariyan
Alîkara Baroya Amedê Şîlan Çelîk diyar kir ku Paketa Darazê ya 10'emîn bersiv neda bendewariyan û got, têkildarî sererastkirinên qanûnî yên li ser pêvajoyê divê gav bêne avêtin. -
Hejmara kesên di şewata Amedê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 4’an
Di şewata sîteyekî li navçeya Peyas a Amedê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 4’an. -
Li Amedê şewat: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
Li taxa Firatê ya navçeya Peyasê di sîteya Rojava de agir bi avahiyekê ket. Di şewatê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 23 kes birîndar bûn. -
TAJÊ’yê xwest nasnameya 19 jinên Êzidî yên li Mûsilê hatibûn şewitandin were zelalkirin
TAJÊ bi daxuyaniyekî 19 jinên Êzidî yên li Mûsilê di fermanê de dîl ketibûn destê DAÎŞ’ê û zindî zindî hatibûn şewitandin bi bîr anî û ji Iraqê xwest ku nasnameya jinên hatibûn şewitandin zelal bike û çeteyên di vê kiryara hovane de cih girtine ceza bike. -
Şehîdên 5’ê Hezîranê hatin bibîranîn: Em ê aştî û civaka demokratîk ava bikin
Li Amedê kesên ku di êrîşa DAÎŞ'ê ya 2015'an de şehîd bûn hatin bibîranîn. Di bîranînê de hat diyarkirin ku têkoşîna ji bo aştî û demokrasiyê wê bidome û peyama, "Rojekê wê hesab ji sûcdar bê bipirsin” hat dayin. -
Ji bo cejnê serdanên goristanan dewam dikin
Bi wesîleya cejnê li gelek bajaran sardana keseên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hate kirin. Di serdanan de peyama, “Heta ku aştiyekî birûmet pêk bînin, em ê têkoşînê bidomînin” derket pêş. -
KONGRA-GEL: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya avakirina civakî û aştiyê
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL Cejna Qurbanê pîroz kir û got, “Divê di serdanên cejnê de rojeva sereke di çarçoveya banga dîrokî ya Rêber Apo de avakirina civakî be.” -
Êrîşên artêşa Tirk dewam dikin: 2 gerîla şehîd bûn
Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi giranî dewam dikin. Êrîş bi giranî li Zap û Metînayê têne kirin. Di encamê de 2 gerîla şehîd bûn. Hêzên gerîla jî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin êrîşan. -
Biryarên di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de hatin wergirtin
Biryarên di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de hatin wergirtin, di hejmara 521'ê ya rojnameya Serxwebûnê hate weşandin.