KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Sozdar Avesta: Îro PKK hevrê Fûat e, hevrê Fûat PKK ye
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, qala yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan kir û got: "Hevrê Fûat ji bo ku PKK'ê bigihîne vê astê gelek hewl da. Ji ber vê yekê îro PKK hevrê Fûat e, hevrê Fûat PKK ye." -
Li Şirnexê banga berdana girtiyên nexweş hate kirin
Li Şirnexê ji bo berdana girtiyên nexweş daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. Di daxuyaniyê de îşaret bi binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hate kirin û banga azadiyê hat kirin. -
Rapora binpêkirina mafên mirovan a li 20 girtîgehan
Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û TUAY-DER'ê li sera 20 girtîgehên li Amed, Xarpêt, Erzîngan û Erzîromê raporeke binpêkirina mafên mirovan weşandin. -
'Ji bo şoreşeke nû ya herêmî'
Ji delegeyên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê Cemal Amed got, "Bi têkoşîna 52 salan re destpêkirina pêvajoyeke nû, yekkirina rastiya gel û Rêbertî bi şoreşeke herêmî re esas e." -
'Pêngava ku Rêber Apo da destpêkirin hêviyeke nû ye'
Yek ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Gulçîn Gever diyar kir ku pêngava bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir hêviyeke nû ye û got, "Pîvanên PKK'ê wê têkoşîna me ya ji niha û pê ve jî diyar bike." -
Cûdî: Em ê ji bo jiyana hevpar a gelan têbikoşin
Ji delegeyên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê Têkoşîn Cûdî anî ziman ku PKK ruhek e û ti carî naqede. Têkoşîn Cûdî got, "Weke milîtanên Rêber Apo em ê ji bo avakirina jiyaneke hevpar a gelan têkoşîna xwe dewam bikin." -
4 herêmên Pîranê ji bo 10 rojan hate qedexekirin
Dewleta Tirk ji ber operasyonên leşkerî gundên Şingring Cor, Heridan, Pirejman û herêma Çiyayê Gorsê ji bo 10 rojan qedexe kir. -
Nahît Eren: Divê qanûna bingehîn a nû veguhere hevpeymana civakî
Parêzer Nahît Eren, diyar kir ku divê hişmendiya rêveberiya zordar û hişk a bi polîtîkayên ewlekariyê hatine avakirin ji holê bê rakirin û got ku divê qanûna bingehîn a nû veguhere hevpeymana civakî ku hemû nasnameyên li welat temsil dike. -
Xelkê Amedê: Em şer naxwazin, ji aştiyê re amade ne
Şêniyên Amedê ku bi çalakiyan ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anîn, gotin "Kurdan û rêberê wan ji bo aştiyê berpirsyariya xwe pêk anîn. Gel êdî vî şerî naxwaze, em ji bo aştiyê amade ne." -
Yuksel Genç: Gelê Kurd li benda gaveke şênber e
Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç anî ziman ku li gorî lêkolînên wan ên li qadê gel bi giranî li benda gaveke şênber e û têkildarî pêvajoyê xwedî sê meylan e. -
Li Şirnexê li dijî qirkirina xwezayê meş: Aştî ji xwezayê destpê dike
Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê, li dijî qirkirina xwezayê li qada Omer Kabak a Şirnexê daxuyanî da û got: “Aştî ji gundên ku hatin şewitandin û darên wê hatinê birîn destpê dike.” -
Rotînda Amed: Her gotina Rêbertî talîmat e
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Rotînda Amed ragihand ku her gotineke Rêber Apo ji bo wan perspektîf û talîmat e û got, "Paşerojê çi wezîfe û berpirsyarî dibe bila bibe, amade me tevlî bibim." -
Karayilan: Em ji rê û rêbazên Rêber Apo bawer dikin
Mûrat Karayilan li Kongreya 12'emîn a PKK'ê axivî û got, "Pratîka dewleta Tirk diyar e, lê em ji rê û rêbazên Rêber Apo bawer dikin." Karayilan diyar kir ku eger dewleta Tirk di tundiyê de israr bike, ew ê bi zimanê jê fêhm dike bersivê bidin. -
Zilar Stêrk: Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ispat kir ku nikare bê qedandin
Zilar Stêrk diyar kir ku yên sed sal in polîtîkaya înkar û îmhayê ferz dikin îradeya PKK'ê dîtine û got, "Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi ti awayî nikare bê tepisandin û tinekirin." -
Nedîm Seven: Em ê çanda Apoyî li mirovahiyê belav bikin
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Nedîm Seven diyar kir ku wezîfeya wan ew e ku biryarên stratejîk ên Rêber Apo ji dil û bê kêmasî bi cih bînin û got, "Em ê bêteredût çanda Apoyî li Rojhilata Navîn û cîhanê li nava tevahiya mirovahiyê belav bikin." -
Kaytan û Altûn li Silêmaniyê hatin bibîranîn
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Silêmaniyê hatin bibîranîn. -
Gelê Maxmûrê piştî 6 rojan berxwedana xwe bi dawî kir
Şêniyên Wargeha Panberan a Şehîd Rûstem Cûdî li dijî binçavkirina şandeya wargehê li Bexdayê, li ber benda kontrolê ya Iraqê çalakiya konvedanê dabûn destpêkirin, îro bi dawî kirin. -
Şaxê Dersimê yê ÎHD'ê: Bila Peymana Windahiyan a NY bê îmzekirin
Şaxê Dersimê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çarçoveya 17-31'ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirinên di binê çavan de ya Navneteweyî li Qada Seyîd Riza daxuyanî da. -
Ciwanên Şengalê li ser peyama Rêber Apo civînek lidar xistin
Li Şengalê bi pêşengiya ciwanan li ser peyama Rêber Apo ya ji bo civaka Êzidî civînek hate lidarxistin. -
HPG: Êrîşên artêşa Tirk ên li ser gerîla dewam dikin
HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk bi çekên qedexekirî, top, obus û ji hewayê êrîş bir ser herêmên Zap, Xakurkê, Metîna û Garê. -
Şenyaşar: Ji bo aştiyê em deyndarê Sirri Sureyya Onder in
Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar diyar kir ku Sirri Sureyya Onder têkoşîneke mezin meşand û divê hemû beşên civakê li aşitiyê xwedî derkevin û got: ‘’Em deyndarê Sirri Sureyya Onder in.’’ -
Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 6'emîn de ye
Şêniyên Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê li hemberî dorpêçê, girtin û ambargoya hikumeta Iraqê ya li ser kampê 6 roj in kon vedane û çalakiyê dikin. -
Ferhat Amed: PKK'ê gelekî mirî rakir ser piyan
Ferhat Amed anî ziman ku PKK'ê ruh da gelekî mirî, rastiya gelekî welê afirand ku dibêje "Em ji mirinê mezintir in" û gavên destpêkê yên weke şoreşa jinê avêt. Ferhat Amed soz da ku di pêvajoya nû de jî hêjayî van nirxan be. -
Zozan Çewlîg: Di bin zexta qirkirinê de jin bê parastin nabe
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Zozan Çewlîg anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd nikare bêparastin bimîne û got, "Jin niha bi qirkirinê re rû bi rû ne. Li hemberî vê yekê kes nikare pêşî li têkoşîna azadiyê ya jinê bigire." -
'Hevalê Fûat PKK di çarçoveya jinê de nirxand û jin timî weke pêşeng dît' - NÛ BÛ
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî diyar kir ku Alî Haydar Kaytan PKK di çarçoveya jinê de dinirxand, di çareseriya pirsgirêkên civakî û veguherîna rastiya civakî de jî timî jin ji xwe re weke pêşeng didît.