KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Seyfî Zogûrlû: Şerê ku niha bê kirin hîn zehmet e
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Seyfî Zogûrlû got, "Ji bo me pêvajoyeke nû destpê kir. Şerê ku niha bê meşandin hîn zehmet e. Divê em xwe li gorî vê amade bikin, plan bikin û stratejiya xwe bi vî rengî ava bikin." -
Şiyar Amed: Çarenûsa çîrokê diguhere
Ji delegeyên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê Şiyar Amed destnîşan kir ku Rêber Apo ti carî negot 'nayê guhertin' û got, "Niha jî çarenûsa çîrokê bi temamî diguherîne. Em ketine nava pêvajoyeke bi wî rengî." -
Farûk Saglam ji aliyê bi hezaran kesî ve hate veşartin
Serokê berê yê Sêrtê yê BDP'ê Farûk Saglam bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî hate veşartin. -
KDP û YNK’ê wê bi lîsteyên cuda bikevin hilbijartinên giştî yên Iraqê
Cîgirê Serokê Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qûbat Talebanî, diyar kir ku PDK û YNK’ê beriya hilbijartina giştî ya Iraqê ku wê di meha Mijdarê de pêk were wê bi lîsteyên cuda bikevin hilbijartinê. -
Sorxwîn Avesta: Di vê pêvajoyê de em ê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Sorxwîn Avesta ragihand ku li hemberî lîstikên qirêj ên dewleta Tirk wê hîn bêhtir têbikoşin û ji bo vê jî wezîfeyên xwe bi cih bînin. Îbrahîm Ûrfa jî got, "Divê Rêber Apo ne li Îmraliyê be." -
100 malbatên din vegeriyan Şengalê
Hate ragihandin ku 100 malbatên din ên koçber li Şengalê vegeriyan û wê di nava hefteyê de jî 270 malbatên din vegerin Şengalê. -
Bayik: Ji kongreya destpêkê bêhtir wezîfeyên giran li pêşiya me ne
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Ne weke damezrînerên li kongreya destpêkê, lê ji wan bêhtir wezîfeyên giran li pêşiya me ne. Divê em li gorî Rêber Apo erk û berpirsyariyên xwe fêhm bikin û bi cih bînin." -
Karayilan: Hevalê Fûat projektoreke îdeolojîk bû
Delegeyê Kongreya 12'emîn a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku şehîd Alî Haydar Kaytan projektora îdeolojiya Rêber Apo ye û got, "Li gorî vê ronî dike, detay dike û derdixîne holê." -
'Em ê li gorî biryarên hatine wergirtin tevbigerin
Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak destnîşan kir ku biryarên kongreya PKK'ê jiyana civakeke demokratîk û aştiyane nîşan didin û got, biryarên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê çi pêwîst dike, wê li gorî wê tevbigerin. -
Çîgdem Dogû: Em nirxên xwe fesix nakin
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû anî ziman ku PKK'ê bi şehîdan re nirxên mezin, exlaq, çand û felsefeya jiyanê afirandiye û got, "Bêguman em van nirxên xwe fesix nakin." -
Kaytan û Altûn li Amedê bi girseyî hatin bibîranîn
Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Qada Şêx Seîd a Amedê merasîma bîranînê hate lidarxistin. -
Li Xezeyê komkujî: Tevahiya şevê herî kêm 100 kes hatin kuştin
Hate ragihandin ku li Şerîda Xezeyê di bombardûmana hewayî ya Îsraîlê de zêdeyî 100 kes hatin kuştin. -
Liv û tevgera artêşa Iraqê ya li dora Mexmûrê zêde bû
Hêzên artêşa Iraqê ku dor li wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê girtine, liv û tevgera xwe zêde kirin. -
Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, Riza Altûn yek ji wan pêşengan e ku PKK gihand asta gerdûnî û got, "Ji ber vê yekê hem hevrêyên me, hem xebatkarên me hem jî gelê me divê heqîqeta Riza Altûn bijîn û bidin jiyîn." -
Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû
Mûrat Karayilan têkildarî Alî Haydar Kaytan got, "Digot, mirovek dema hîn sax be divê nemir bibe. Bi ked û mîrateya li pey xwe hiştî, xwe kir pêşeng û milîtanekî nemir ê Apoyî." -
Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn
Di şexsê ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn. -
Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç diyar kir ku ew dixwazin li Bakur bibin sîwana hevpar a hemû bawerî û gelan. -
Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive
Şandeya DEM Partiyê di çarçoveya peywendiyên bi Silêmaniyê re de, bi walî Heval Ebûbekir re hevdîtinê dike. -
Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Zeyneb Celaliyan her diçe xirab dibe û rêveberiya girtîgehê tedawiya wê asteng dike. -
HPG’ê şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî
HPG’ê got, “Di şexsê pêşengê me yê mezin hevrê Hakî Karer de em hemû şehîdên şoreşê û yên meha Gulanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku bîranîna şehîdan di têkoşîna xwe de bi serketinê tacîdar bikin.” -
Ji bo Altûn û Kaytan li Amedê merasîma bîranînê ya girseyî
Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, wê 18’ê Gulanê roja Yekşemê li Amedê merasîma bîranînê ya girseyî were lidarxistin. -
Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê hatin bîranîn
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê ji aliyê bi hezaran kesê ve hatin bîranîn. Her wiha peyama Rêber Apo hate xwendin. -
Dîmenên Kongreya 12'emîn a PKK'ê
Em dîmenê nîqaş û wergirtina biryaran ên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê diweşînin ku bi biryara fesixkirina avahiya rêxistinî û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî bi encam bû. -
Sayyîgît: Bi navê aştiyê rûpelekî nû vebû
Parlamentera Wan ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser biryara dîrokî ya PKK'ê û destnîşan kir ku bi navê aştî û demokrasiyê êdî rûpeleke nû vebûye û demeke nû destpê kiriye. -
Li Mexmûrê berxwedana li dijî dorpêça Iraqê dewam dike
Li dijî dorpêça hikumeta Iraqê ya li ser kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê û girtina şêniyên kampê, konê çalakiyê yê xelkê kampê di roja duyemîn de ye.