KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Kurdistanê bala her kesî li ser merasîma gerîla ye...
Li gelek bajarên Kurdistanê gel bi kelecaneke mezin li benda merasîma îro ya 'Koma Aştî û Civaka Demokratîk' a gerîla ye. -
Koma Silêmaniyeyê gihîşt qadê
Heyeta ji Silêmaniyeyê gihîşt qada merasîma gerîlayên azadiyê. -
Delegasyona Navneteweyî ber bi qada merasîmê ve bi rê ket
Delegasyona navneteweyî ber bi qada merasîma gerîla ve bi rê ket. -
Cîhan Celo: Pêvajoya aştiyê û azadiya Rêber Apo bi hev ve girêdayî ne
Cîhan Celo got, "Peyama Rêber Apo morala gelê Êzidî bilind kiriye û pêvajoya aştiyê xurttir kiriye. Mirov nikare pêvajoya aştiyê û azadiya Rêber Apo ji hev cuda bigire dest." -
Heyeta ku wê merasîmê bişopîne ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ket
Heyeta ku wê daxuyaniya koma gerîla bişopîne, ji bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ket. -
Li Goristana Garzanê dîmenê talanê
Dîmenê rewşa dawî ya Goristana Garzanê hate kişandin ku piştî hate hilweşandin û talankirin 8 salan li serdanê hatibû qedexekirin. -
‘Em pêşengiyê ji avakirina civaka demokratîk re dikin’
Ciwanên ku tevlî komxebata ‘Bi ciwanên pêşeng ber bi civaka demokratîk’ dibin, diyar kirin ku ew di çarçoveya perspektîfa Rêber Apo de pêşengiyê ji avakirina civaka demokratîk re dikin. -
Peyama Rêber Apo mohra xwe li Kongreya Wan TUHAY-DER'ê xist
Kongreya Asayî ya 4'emîn a Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê (TUHAY-DER) di nava atmosfereke bi coş de pêk hat. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Dengê Rêber Apo hêzê dide hemû gel û mirovahiyê
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî banga Rêber Apo ya nû got: ‘’Li gel banga bidîmen hêviya me ya têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêdetir bûye. Divê Iraq jî qîmeta van bangan û pêşketinên dîrokî bizanibe û li gorî wê nêz bibe.” -
Ji bo şopandina daxuyaniya gerîla ji Amedê bi rê ketin
Komek ji siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rojnamevan û nivîskar ji bo daxuyaniya gerîla bişopîne ji Amedê bi rê ketin. -
Jinên ji Wanê: Bang kêliyeke dîrokî ye!
Jinên ji Wanê têklidarî peyama bi dîmen a Rêber Apo axivîn û gotin, "Divê her kes bibe aliyekî vê îradeyê. Ev bang ji bo tevahiya Rojhilata Navîn banga aştiyê ye. Lewma divê her kes bi berpirsyarî rabe." -
HPG-NRÇ'ê şehîdên Bakur bi hurmet bi bîr anî
HPG-NRÇ'ê nasnameya 8 gerîlayan eşkere kir ku li Bakurê Kurdistanê di demên cuda de şehîd bûn û got, "Em hevrêyên xwe Pale, Şevger, Zagros, Harun, Têkoşîn, Sefkan, Laşer û Çiyager bi hurmet bi bîr tînin." -
Ji partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê helwesta hevpar
Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê li hemberî zext û hewldanên tepisandinê yên desthilata Îranê bi daxuyaniyeke hevpar nerazîbûn nîşan dan. -
Guleç: Ji bo civak xwedî li pêvajoyê derkeve, gaveke girîng bû
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç ji bo banga bi dîmen a Rêber Apo got, ji bo xwedîderketina civakê ya li pêvajoyê gaveke girîng bû. -
KCK: Gava ku Rêber Apo ji me dixwaze em ê biavêjin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Em bi biryar in ku gava Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin. Em ê li gel û gelên xwe bifikirin û vê gava nû biavêjin. Lê belê divê bê zanîn ku pêvajo bi yek alî û tenê bi gavên me bi pêş ve naçe.” -
‘Doza Kobanê û mafê hêviyê testa baweriyê ya dema nû ye’
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku heta biryarên DMME’yê bi cih neyên anîn qala demokratîkbûnê nikare bê kirin û got, “Meseleyên bingehîn ên weke mafê hêviyê nabe ku ji nedîtî ve bên.” -
Xelkê Amed: Me şahidî ji kêliyên dîrokî re kir
Şêniyên Amedê ku piştî 26 salann li peyama bi dîmen a Rêber Apo temaşe kirin, anîn ziman ku ew di kêliyeke dîrokî de ne û gelekî bi coş û kelecan in. -
Di navbera eşîra Herkî û PDK’ê de şer qewimî
Di navbera hêzên PDK’ê û fermandarê leşkeri yê eşîra Herkî Xurşîd Herkî de şer qewimî. -
TAJÊ tevlî pêngava 'Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin' bû
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya ji bo pêngava cîhanî ya ‘Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin’ ragihand. Daxuyanî li baxçeyê Rêber Apo hate dayîn û hate destnîşankirin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya jinên Êzidî ye. -
Îranê cezayê darvekirinê li 5 girtiyên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ birî
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rejîma Îranê bi hinceta ku 5 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ bûne, cezayê darvekirinê li wan birî. -
Nasnameya fermandarê şehîd Sîdar Armanc hate eşkerekirin
HPG-NRÇ'ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir û got, "Di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê me Sîdar Armanc em sersaxiyê ji gelê xwe yê Serhedê yê welatparêz û gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin." -
Heyetên KNK û PJAK'ê hevdîtin kirin
Heyeta KNK'ê di çarçoveya karên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd û yekîtiya navbera partiyên siyasî de bi PJAK'ê re hevdîtin kir. -
Bi berxwedana xwe ya xurt nîşan da ku welatparêzî ti carî tine nabe
Dilxwaz Germiyan ku li ser xeta Şehîd Helmet û Viyan tevlî têkoşînê bû, bi berxwedan û biryardariya xwe ya xurt nîşan da ku ruhê neteweyî û hestên welatparêziyê ti carî li vî warî tine nabin. -
Akay: Nabe ku pêvajoya aştiyê di çarçoveya girtiyên nexweş de bê nirxandin
Soydan Akay ku piştî 32 salan hate berdan, anî ziman ku pêvajoya aştiyê divê bi perspektîfeke demokratîkbûnê ya berfireh bê nirxandin û got, “Ev yek pêvajoyeke têkoşînê ye.”