KURDISTAN
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.
Hemû Nûçe
-
'Em aştiyeke bi rûmet dixwazin'
Afîfe Kartal ku keçeke wê şehîd bû, kurekî wê jî girtî ye, anî ziman ku divê dewleta Tirk gavên şênber biavêje û got, "Pêwîstiya me hemûyan bi aştiyê heye. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin."
-
Şervanê kedê: Hogir Amed
Şehîd Hogir ku di têkoşîna gerîla de her wezîfe bi serketî bi cih anî, ji bo zarokên Kurdistanê azad bin, canê xwe feda kir.
-
-
-
-
Ji PJAK'ê peyama ji bo gelê Tirk ê Azerî
Meclîsa PJAK'ê têkildarî hewldanên fitneyê ku dixwazin bixin navbera gelên Kurd û Tirk ên Azerî hişyarî da û destnîşan kir ku wê ji bo xurtkirina girêdana hêja ya navbera Kurd û Azeriyan hêza xwe heta dawiyê bi kar bînin.
-
-
HPG-NRÇ'ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG-NRÇ'ê gerîlayên ku sala 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyên me Baran, Ferzat, Mûrat û Rojhat bûn ji afirînerên pêşketinên dîrokî û destketiyên heyî."
-
Şengal bi xeteriya ziwabûnê re rû bi rû ye
Li gel ku Şengal herêmeke çiyayî ye û derfetên wê yên çêkirina bendavan heye, ber bi bêav bûnê ve diçe. Kêmbûna avê di torên avdanê de û nebûna planên avê yên domdar vê pirsgirêkê giran dike.
-
-
-
-
Li Îranê 5 Kurdên din jî hatin girtin
Piştî destpêkirina şerê Îsraîl û Îranê ve dewleta Îranê dest bi pêla binçavkirin û girtina welatiyan kiriye. Di vê çarçoveyê de li Rojhilatê Kurdistanê 5 welatiyên Kurd hatin binçavkirin û heta niha jî çarenûsa wan nediyare.
-
-
-
-
-
Berdana Nurcan Aslan hate astengkirin
Tevî ku wextê berdana Nurcan Aslan a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzincanê tê ragirtin derbas bûye, nayê berdan. Berdana wê taloqî 3 mehan hate kirin.
-
-
-
Şêniyên gundê Koksalanê: DEDAŞ zilmê li me dike
Li gundê Koksalanê ku şewata bû sedema jiyana 15 kesan lê destpê kir, gel ji ber cezayê ku DEDAŞ’ê li wan biriye nikarin hilberînê bikin. Li gund ne elektîrk ne jî av heye. Şêniyên gund dibêjin, “DEDAŞ zilmê li me dike.”
-
-
-
-
Artêşa Tirk êrîş dike, gerîla xwe diparêze
Artêşa Tirk 5 caran bi teqemeniyên xurt, 45 caran bi droneyên bi teqemenî û gazên kîmyewî, 43 carfan bi kepçe û sondajê û bi sedan carî jî bi çekên giran, top û obusan êrîşî qadên gerîla kir. Gerîla jî di çarçoveya xweparastinê de bersiv da.