KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Divê Kurd bi yekîtiyê pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin'
Endamên KNK'ê Refîk Gefur, Şaho Palanu û Niyaz Abdullah diyar kirin ku di avakirina civaka demokratîk de her kes xwedî berpirsyariyê ye û gotin, divê Kurd aştiya xwe ya navxweyî pêk bînin û bi yekîtiyê pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin. -
Hevrê Riza kesayetê duyemîn ê Kemal Pîr e
Kesayeta Kemal Pîr gelek hate nîqaşkirin, ji civakê re bû mal. Kesayetiya Riza jî wiha bû. Mîna civayê herikbar û di asta hîperaktîf de bi liv û tevger bû. Milîtanekî şoreşger, têkoşer, lêgerînvanekî mezin ê ku ji çalakiyê dibezî çalakiyê bû. -
Sembola ruhê enternasyonal: Tîjda Zagros
Tîjda Zagros 29'ê Nîsana 2025'an li qada Girê Bahar a Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrîşa dewleta Tirk de tevlî karwanê nemiran bû. Çîroka vê şervana esîl êdî çîroka Kurdistanê ye. -
Çalakiyên ‘Bila winda werin dîtin, fail werin darizandin’ hatin lidarxistin
Çalakiyên ku ji aliyê xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hemû hefteyan bi şîara ‘’Bila winda werin dîtin, fail werin darizandin’’ tên lidarxistin, vê hefteyê jî li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin lidarxistin. -
Dixwazin bi dek û dolaban kotaya Êzidiyan ji wan bistînin
Bi nûkirina yasaya hilbijartinan re dixwazin bi dek û dolabên siyasî kotaya Êzidiyan ji destê wan were girtin. PDK û beşek Şîa, dixwazin kotaya Êzidiyan ji bo danûstandin û lihevhatinên xwe yên siyasî bikar bînin. -
Fedaiyên keleha berxwedanê ya Girê Cûdî: Abbas, Lorîn û Rawan
Fedaiyên keleha berxwedanê ya Girê Cûdî: Abbas, Lorîn û Rawan. Ev her sê şervanên wêrek wekî ewladên wêrek ên gelê Kurd cihê xwe di rûpelên azad ên dîrokê de nivîsandin. -
Çiya çi dibêjin: Ger PKK şer nekiriba, me îro nedikarî aştiyê nîqaş bikin
Gerîlayên ku biryara fesihkirin û çek berdana PKK’ê nirxandin, diyarkirin ku ew berdana çekê ne wekî teslîmiyetê lê wekî têkoşînekî berfirehtir dibînin û destnîşankirin ku bi saya şerê PKK’ê îro aştî tê nîqaşkirin. -
Di greva li Îran û Rojhilat de 40 şofêr hatin binçavkirin
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku hêzên dewleta Îranê li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di greva şofêran de herî kêm 40 kes binçavkirin e. -
Li Mexmûrê cejna di bin zexta ambargoyê de: Cihê qedexeyê di mirovahiyê de nîne
Xelkê Mexmûrê kêfxweşiya Cejna Qurbanê di bin ambargoya giran de pêşwazî kir û nerazîbûna xwe li hemberî zext û astengiyên li ser Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî careke din nîşan da. -
Serdana gorên şehîdan hatin kirin
Li Colemêrg û navçeyên wê bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana gorên şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê hatin kirin. -
Serokê Bajarê Amedê yê HEP'ê Vedat Aydin hate bîranîn
Serokê Bajarê Amedê yê HEP'ê Vedat Aydin ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bîranîn. -
Şîlan Çelîk: Paketa Darazê ya Nû bersivê nade bendewariyan
Alîkara Baroya Amedê Şîlan Çelîk diyar kir ku Paketa Darazê ya 10'emîn bersiv neda bendewariyan û got, têkildarî sererastkirinên qanûnî yên li ser pêvajoyê divê gav bêne avêtin. -
Hejmara kesên di şewata Amedê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 4’an
Di şewata sîteyekî li navçeya Peyas a Amedê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 4’an. -
Li Amedê şewat: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
Li taxa Firatê ya navçeya Peyasê di sîteya Rojava de agir bi avahiyekê ket. Di şewatê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 23 kes birîndar bûn. -
TAJÊ’yê xwest nasnameya 19 jinên Êzidî yên li Mûsilê hatibûn şewitandin were zelalkirin
TAJÊ bi daxuyaniyekî 19 jinên Êzidî yên li Mûsilê di fermanê de dîl ketibûn destê DAÎŞ’ê û zindî zindî hatibûn şewitandin bi bîr anî û ji Iraqê xwest ku nasnameya jinên hatibûn şewitandin zelal bike û çeteyên di vê kiryara hovane de cih girtine ceza bike. -
Şehîdên 5’ê Hezîranê hatin bibîranîn: Em ê aştî û civaka demokratîk ava bikin
Li Amedê kesên ku di êrîşa DAÎŞ'ê ya 2015'an de şehîd bûn hatin bibîranîn. Di bîranînê de hat diyarkirin ku têkoşîna ji bo aştî û demokrasiyê wê bidome û peyama, "Rojekê wê hesab ji sûcdar bê bipirsin” hat dayin. -
Ji bo cejnê serdanên goristanan dewam dikin
Bi wesîleya cejnê li gelek bajaran sardana keseên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hate kirin. Di serdanan de peyama, “Heta ku aştiyekî birûmet pêk bînin, em ê têkoşînê bidomînin” derket pêş. -
KONGRA-GEL: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya avakirina civakî û aştiyê
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL Cejna Qurbanê pîroz kir û got, “Divê di serdanên cejnê de rojeva sereke di çarçoveya banga dîrokî ya Rêber Apo de avakirina civakî be.” -
Êrîşên artêşa Tirk dewam dikin: 2 gerîla şehîd bûn
Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi giranî dewam dikin. Êrîş bi giranî li Zap û Metînayê têne kirin. Di encamê de 2 gerîla şehîd bûn. Hêzên gerîla jî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin êrîşan. -
Biryarên di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de hatin wergirtin
Biryarên di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de hatin wergirtin, di hejmara 521'ê ya rojnameya Serxwebûnê hate weşandin. -
Hevrêyên rêwîtiyê: Mîrateya têkoşînê ya Riza Altûn zindî tê hiştin
Şehadeta yek ji pêşengên damezrîner ên PKK'ê Riza Altûn di kongreya 12'emîn a PKK'ê de hatibû ragihandin. Hevrêyên wî Haydar Varto, Serhat Engîzek û Raûf Karakoçan qala wî kirin. -
Ji Komîteya Gel û Baweriyan peyama ji bo Cejna Qurbanê
Komîteya Gel û Baweriyan Cejna Qurbanê ya gelên Misilman pîroz kir û hêviya xwe ya ji bo edalet, aştî û azadiyê anî ziman. -
Metirsî heye ku dengê hunermenda girtî Nûdem Dûrak bikeve!
Rewşa tenduristiyê ya Nûdem Dûrak nebaş dibe, ku ji ber stranên xwe yên Kurdî hate girtin. Dayika Nûdem Hatîce Dûrak anî ziman ku metirsî heye ku dengê Nûdem bikeve û xwest, Nûdem û girtiyên nexweş bêne berdan. -
Xelkê Mexmûrê li dijî girtin û ambargoyê meşiyan
Xelkê Mexmûrê ji bo protestokirina ambargoya ku dewleta Iraqê li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê daniye û binçavkirina şandeya wargehê heta ber avahiya NY’ê meşiya û peyama berxwedanê da. Meclîsa Gel a Mexmûrê got, "Em ê ji vê rêya pîroz venegerin." -
Protestoya qeyûm: Salek û 3 meh cezayê hepsê li 6 jinan hate birîn
Salek û 3 meh cezayê hepsê li 6 jinên ku sala 2019’an li Wanê desteserkirina şaredariyan protesto kirin, birî.