KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Piştî Mexmûrê li Çemçemalê droneyek ket
Hate ragihandin ku li gundê Karêze Delo yê navçeya Çemçemal a Başûrê Kurdistanê droneyek ketiye. -
Komkujiya Hewlêrê û bêdengiya li pişt Ronî
Bêdeng bû lê belê kûr; zarok bû lê belê zana bû. Hemû gotinên wî têkildarî dilsoziya ji gelê xwe re bû. Di nava şerîde mezin bû. Çîroka Ronî bes ne çîroka kesekî ye, wijdana kolektîf a gelekî ku tune tê hesibandin e. -
KONGRA-GEL ji ber wefata Rehan Bayik sersaxî xwest
KONGRA-GEL ji ber wefata Rehan Bayik sersaxî xwest û got, "Em hêvî dikin ku teziya dayika Rehan, di vê pêvajoya dîrokî de bibe wesîleya hevgirtina gelê me. Bibe wesîleya xwedîderketina li pêvajoya aştî û civaka demokratîk." -
Dogan: Şerê Îsraîl-Îranê li ser herêmê gef e
Hevserokê Amedê yê DBP'ê Ahmet Dogan anî ziman ku şerê Îsraîl-Îranê di serî de Tirkiye li ser tevahiya herêmê gefek e û got, çareseriya yekane paradîgmaya 'Civaka Demokratîk' e ku Rêber Apo destnîşan kiriye. -
'Perspektîfa Çareseriya Demokratîk a Abdullah Ocalan mifteya aştiyê ye'
Cemal Demîr ê DBP'yî diyar kir ku perspektîfa çareseriya demokratîk a Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo aştiya gelên Tirkiyeyê mifteya jiyana bi hev re ye û got, "Jinedîtîhatina vê bangê wê çareseriyê dereng bixîne." -
Li nêzî Mexmûrê droneyeke xwekuj ket
Hate ragihandin ku droneyeke xwekuj a li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê difiriya, çend sed metre dûrî kampê kete xwarê. -
HPG'ê Armanc Azadî bi hurmet bi bîr anî
HPG'ê nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir û got, "Hevrêya me Armanc wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn û pêşengiyê ji hevrêyên xwe re bike." -
Mûînî: Di vê pêvajoya dîrokî de divê hêzên Kurd bi hev re tevbigerin
Endamê Konseya Rêveber a PJAK'ê Siyamend Mûînî anî ziman ku şerê navbera Îran û Îsraîlê wê encamên herêmî bi xwe re bîne û got, hêzên Kurd ên li Îranê divê di vê pêvajoyê de bibin yek û li gorî berjewendiyên gel tevbigerin. -
Salek derbas bû: Ne birîn hatin pêçandin ne jî edalet bi cih hat!
Di ser şewata li gundên Şemrex û Xana Axpar re salek derbas bû ku di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gundiyên Kelekê diyar kirin ku di dema derbasbûyî de edalet bi cih nehate anîn. -
Di bombebarana dewleta Tirk de 65 donim zevî şewîtî
Endamê CPT’yê Kameran Osman anî ziman ku di encama bobebarana dewleta Tirk de li nêzî gundê Guherze yê Amediyê 65 donim zevî şewîtî. -
Cenazeyê Eyşe Şanê piştî 29 salan li Amedê hate veşartin
Cenazeyê hunermenda Kurd Eyşe Şanê piştî 29 salan li Ameda ku wasiyet kiribû hate veşartin. -
Sema Yuce li ser gora xwe hate bîranîn
Sema Yuce ku sala 1998'an li girtîgehê bedena xwe da ber agir, di salvegera 27'emîn a şehadeta xwe de li gundê Qerxelixa Jorê ya navçeya Dutaxê li ser gora xwe hate bîranîn. -
Doza Sîncar careke din hate taloqkirin
Doza li ser kuştina Parlamenterê Mêrdînê yê DEP'ê Mehmet Sîncar, ku sala 1993'an li Êlihê hate qetilkirin, careke din hate taloqkirin. -
PJAK: Em ê gelê xwe bêparastin nehêlin, em amade ne, bi rêxistin in
Berdevkê Têkiliyên Derve yê PJAK'ê Zegrus Enderyarî anî ziman ku ew aliyekî şerê şerê Îsraîl-Îranê nînin û bang li hêzên Rojhilatî kir ku bi hev re tevbigerin. Enderyarî got, "Em ê gelê xwe bêparastin nehêlin. Li her qadê em amade û bi rêxistin in." -
HPG-NRÇ şehîdên Zapê bi bîr anî
HPG-NRÇ'ê şehîdên Zapê bi hurmet û minet bi bîr anî û got, "Hevrêyên me tevlîbûna bi rengê fedaî weke mifteya serketina têkoşînê dîtin û di nava şert û mercên herî giran de ji têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê me tawîz nedan." -
Li Şirnexê 6 herêm hatin qedexekirin
Li Şirnexê 6 herêmên li navçeya Elkê weke 'herêma ewlekariyê ya taybet a demkî' hatin ragihandin û çûn û hatina li wan heta 19'ê Hezîranê hate qedexekirin. -
Pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re' -II
Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re çareserî ji pirsgirêka Kurd' ku bi meşên ji Amedê heta Stenbolê, grevên birçîbûnê û mîtîngan hate xurtkirin, bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo re mezin dibe û dewam dike. -
Avci: Eger dewleta Tirk aştiyê dixwaze divê gavê biavêje
Rojnamevan-nivîskar Veysel Avci anî ziman ku aştî ne tenê meseleya Kurdan e û got, "Heta ku dewleta Tirk ji bo çareseriyê gavê neavêje wê aştiyeke mayinde pêk neyê." -
Gundên Duhokê 48 caran hatin bombebarankirin
Dewleta Tirk a dagirker herêmên Metîna û gundên Amêdiyê yên Duhokê bombebaran kir. CPT ragihand ku îro 48 caran hate bombebarankirin. -
DBP: Ji bo çareseriya demokratîk û aştiya civakî pêwîstî bi têkoşîna bibiryar heye
Meclisa Partiyê ya DBP’ê de encamnameya civîna xwe eşkere kir. DBP’ê daxuyand ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiya civakî pêwîstî bi têkoşîna bibiryar heye. -
KONGRA-GEL Raperîn Amed bi bîr anî
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL alîkara Hevserokên KONGRA-GEL Raperîn Amed bi hurmet û minet bi bîr anî, ku 17'ê Hezîrana 2022'an di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû. -
Li Amedê êrîşên li ser gerîlayên azadiyê hatin protestokirin
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên tevî biryara fesix û agirbesta PKK’ê wekî “êrîşên ji bo xirakirina pêvajoyê” nirxand û li dijî şer îşaret bi avakirina xeta têkoşînê kir. -
Şehîdên êrişa bombeyî ya li Meclîsa Gel a Sinûnê hatin bîranîn
Şehîdên êrişa bombeyî ya li Meclîsa Gel a Sinûnê hatin bîranîn û hate ragihandin ku wê heta dawiyê li pey doz û xeta şehîdan bin. -
Nasnameya 2 gerîlayên di êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn, hate eşkerekirin
HPG-NRÇ’ê nasnameya 2 gerîlayên li Zapê di êrîşa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de şehîd bûn, eşkere kir û got, “Em hevrêyên xwe yên fedayiyên Apoyî Rûmet û Serhildan ku navê xwe li dîrokê nivîsandin, bi bîr tînin.” -
Salvegera êrişa li ser Meclîsa Gel a Sinûnê û serketina îradeya gel
Sê sal berê, Meclisa Gel a Sinûnê ya Şengalê ji aliyê sîxurên Parastin û MÎT’ê ve hatibû teqandin. Ev êrîş weke beşek ji planeke berfireh a têkbirina îradeya Rêveberiya Xweser a Şengalê hatibû dîtin.