KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK’ê ji bo Emîne Ocak peyama sersaxiyê weşand
KCK’ê, diyar kir ku ew bi xemgîniyeke mezin bi wefata Emîne Ocak ku yek ji kesayetên sembol ên Dayikên Şemiyê ye hesiyane û got, “Têkoşîna Dayê Emîne û hemû xizmên windayan wê têkoşîna me ya sosyalîzm, azadî û demokrasiyê ronî bike.” -
HPG-NRÇ: Xwe ji bo azadiya gelê me feda kirin
HPG-NRÇ'ê 4 gerîlayên şehîd bûn bi hurmet bi bîr anî û got, "Ji bo kêliyekê jî dudil nebûn û xwe ji bo azadiya gelê me feda kirin." -
Li gelek bajaran civînên Aştî û Civaka Demokratîk hatin lidarxistin
Li Şirnex, Amed, Dîlok, Meletî û Rihayê di civînê de işaret bi girîngiya pêvajoya aştiyê û yekîtiya neteweyî hate kirin. -
Kolberê ji aliyê hêzên Îranê ve hat birîndarkirin, jiyana xwe ji dest da
Kolberekê Kurd ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve giranî hatibû birîndarkirin, piştî hefteyekê jiyana xwe ji dest da. -
Walîtiya Şirnexê ji bo talankirina xwezayê ketina daristanan qedexe kir
Li Şirnexê ku pênc sal in talankirina xwezayê bi awayekî sîstematîk tê kirin, bi hinceta “gumana şewatê” ketina gel a ji bo qadên daristanî heya 1’ê Îlonê hat qedexekirin. -
PJAK’ê şehîdên Berxwedana Qendîlê bi bîr anî
PJAK’ê gerîlayên ku di dema Berxwedana Qendîlê de li herêma Zimzîran a Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn, di 14’emîn salvegera şehadetê wan de bi bîr anî. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê Zerdeşt konê sersaxiyê
Ji bo gerîlayê HPG’ê Bahoz Zerdeşt li mala malbatê ya li Wanê konê sersaxiyê hate danîn. Bi girseyî serdana kon hate kirin. -
Bi girseyî çûn serdana konên sersaxiyê yên gerîlayên HPG’ê
Ji bo gerîlayên HPG’ê Abbas Kerîm Vesek û Hacî Ertene li Hezex û Cizîrê konên sersaxiyê hatin danîn. Gel bi girseyî serdana konên sersaxiyê kir. -
Şengaliyên beşdarî merasîma gerîla bûn: Gava hate avêtin ji bo aştiyê gelekî girîng e
Ji beşdarên merasîma şewitandina çekan a 'Koma Aştî û Civaka Demokratîk' a gerîla, Nayîf Şemo û Dexîl Îbrahîm diyar kirin ku banga Rêber Apo ya ji bo aştiyê wê teqez bi ser bikeve. -
Li Şengalê ji bo Şehîdên Meha Hezîran û Tîrmehê merasîma bîranînê
Li Şengalê bi pêşengiya Saziya Malbatên şehîdan û MXDŞ’ê ji bo bîranîna şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê merasîma bîranînê hate lidarxistin. -
'Gelê Dersimê li gel fikaran bi hêvî ye'
Hevseroka Dersimê ya DEM Partiyê Humeyra Tosûn diyar kir ku gelê Dersimê ji dewletê bawer nake û got, “Di civîneke gel de yek rabû got, ‘Di 38’an de çekên me kom kirin, lê belê piştre em qetil kirin’. Gel bi fikar e, lê bi hêvî ye.” -
Ji TAJÊ semînera li ser fermanê
TAJÊ ji ber salvegera fermana 3'ê Tebaxê semînerek lidar xist. Endama TAJÊ Kinê Xidir diyar kir ku xwedîderketina li hêzên YBŞ û YJŞ'ê bersiva herî mezin a li hemberî fermanê ye. -
HPG-NRÇ: Em ê heta bi hetayê xwedî li bîranîna wan derkevin
HPG-NRÇ'ê gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Em ê van hevrêyên xwe yên hêja bikin çavkaniya manewiyatê ya dilê xwe, bikin pisûleya têkoşîna xwe û heta bi hetayê xwedî li bîranîna wan derkevin." -
Li Mexmûrê çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo didome
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di roja 734’an de ye. -
Şenyaşar: Divê êdî dewlet bi berpirsyariyê rabe
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar got, ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd û pêkhatina aştiya civakî divê tavilê sererastkirinên qanûnî bêne kirin. -
YRK’ê nasnameya Simko Kobanê eşkere kir
YRK’ê nasnameya Simko Kobanê yê di êrîşa Îranê ya li herêma Pêncewîn de şehîd bû, eşkere kir û got, ji bo fêmkirina Rêber Apo her kêlî bi hewldanê derbas kir. -
TAJÊ name ji 19 welat û saziyan re şand: Qirkirinê nas bikin
Komîteya Dîplomatîk a TAJÊ nameyek ji 19 welat û saziyên ku fermana 3’yê Tebaxê wekî qirkirin nas nakin re şand û bang li wan kir ku bi fermî qirkirinê nas bikin. -
Nasnameya gerîlayê di êrîşa kîmyewî de şehîd bû hate eşkerekirin
HPG-NRÇ'ê gerîlayê ku li Zapê di êrîşa bi çekên kîmyewî de şehîd bû bi hurmet bi bîr anî û got, "Heta ku şehîd bikeve ji berxwedan û sekna xwe ti carî tawîz neda." -
Encamnameya Konferansa Ronakbirî ya Şengalê hate eşkerekirin
Encamnameya Konferansa Ronakbirî ya Şengalê bi daxuyaniyekî hat eşkerekirin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku konferans di encama banga Rêber Apo de hatiye lidarxistin û bi vê konferansê re civaka Êzidî û Şengalê li ser koka xwe, li ser heqîqeta xwe -
YRK: Dewleta Îranê li herêma Pêncewîn êrîşî hêzên me kir, hevrêyek me şehîd bû
Fermandariya YRK’ê derbarê êrîşa 19’ê Tîrmeha 2025’an a li herêma Pêncewîn daxuyanî da û ragihand ku ev êrîş ji aliyê dewleta Îranê ve li hemberê hêzên wan pêk hat û di encamê de hevrêyê wan ê bi navê Simko Kobanê şehîd bû. -
'Konferansa Ronakbîrî ya Şengalê destpêkek nû ye'
Konferansa Ronakbîrî ku di 17’ê Tîrmehê de li Şengalî hat lidar xistin, hem ji bo civaka Êzidî destpêkek nû bû û hem jî îfadeyeke bihêz a bangawaziya ji bo hevgirtina cîhanî bû. -
Li Pênciwênê qadek ji 500 donimî şewitî
Midûriyeta Polîsên hawirdorê û Daristanê ya Silêmaniyeyê ragihand ku li nehiya Germîkê ji ber şewatê zeviyek bi qasî 500 donimî şewitî. -
HPG-NRÇ: Bahoz Zerdeşt fermandarekî fedayî yê Apoyî bû
HPG-NRÇ’ê nasnameya Bahoz Zerdeşt ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, eşkere kir û got, “Fermandarekî me yê fedayî yê Apoyî bû ku ji bo gelê me bi rola dîrokî rabû û di asta pêşengiyê û mînak de beşdar bû.” -
KCK’ê şehîdên Pirsûsê bi bîr anî
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 33 endamên tevgera ciwanên sosyalîst a Tirkiyeyê bi bîr anî ku 20’ê Tîrmeha 2015’an li Pirsûsê şehîd bûn û got, “Hevrêyên ku li Pirsûsê şehîd bûn, afirîner û sembola serketin û pêşketina dîrokî ne.” -
Gerîlayên HPG’ê: Divê em xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
Gerîlayên HPG’ê salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin û gotin, divê xwedî li destketiyên şoreşê bê derketin ku di encama keda Rêber Apo û şehîdan hate afirandin.