Li Pênciwênê qadek ji 500 donimî şewitî
Midûriyeta Polîsên hawirdorê û Daristanê ya Silêmaniyeyê ragihand ku li nehiya Germîkê ji ber şewatê zeviyek bi qasî 500 donimî şewitî.
Midûriyeta Polîsên hawirdorê û Daristanê ya Silêmaniyeyê ragihand ku li nehiya Germîkê ji ber şewatê zeviyek bi qasî 500 donimî şewitî.
Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê ragihand ku agir bi derdora bajarokê Germik ketiye û 500 donum erazî şewitiye.
Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku agirek mezin bi sînorê gundê Darxan ya ser bi bajarokê Germik ya ser bi navçeya Pênciwên ya girêdayî Silêmaniyê ketiye.
Hate gotin ku di encama şewatê de nêzî 500 donum erazî ku di nav de puş û dar jî hebûn şewitiye.
Li gorî daxuyaniyê sedema şewatê nayê zanîn û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.