KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk bi obusan gundê Dêreşê bombebaran kir
Artêşa Tirk a dagirker gundê Dêreşê ya Amediyê bi obusan hedef girt. Di encama bombebaranê de li dibîstana gund, gov û hinek malên gundiyan de zirar çêbûn. -
Polîsên Iraqê avêtin ser gundêki Xurmatûyê û 5 ciwan binçav kirin
Polîsên Iraqê vê siharê avêtin ser gundê Tepsewz ê navçeya Xurmatû ya Kerkûkê û 5 ciwanên Kurd binçav kirin. -
Çileya Havînê ya Êzidiyan destpê kir
Îro, li gorî baweriya Êzidiyan Roja Yekemîn a Çileya Havînê ye. Ev roj ji bo Êzidiyan xwedî girîngiyek taybet e, ji ber ku ew destpêka heyameke nû ye û fedakariyekê nîşan dide. -
Hevseroka PJAK'ê: Yekane civaka ku dikare pêşengiyê ji guhertinê re bike Kurd e
Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyan diyar kir ku Kurd yekane civak e ku li Rojhilata Navîn dikare pêşengiyê ji guherînê re bike û got, "Em di pêvajoyeke gelekî hesas û dîrokî de ne. Pêvajoyeke ku çarenûsê diyar dike." -
'Çeteyên ku nekarîn xwe li têkçûnê rabigirin, li Kobanê komkujî kirin'
Barîn Sorxwîn şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr anî got, “Çeteyên DAIŞ’ê û yên piştgiriya wan dikirin têkçûna xwe ya li Kobanê hezm nekiribûn. Lewma êrîşî gel kirin. Negotin ew zarok, dayik, jin û îxtiyar in bi awayekî hovane mirov qetil kirin.” -
'Em aştiyeke bi rûmet dixwazin'
Afîfe Kartal ku keçeke wê şehîd bû, kurekî wê jî girtî ye, anî ziman ku divê dewleta Tirk gavên şênber biavêje û got, "Pêwîstiya me hemûyan bi aştiyê heye. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin." -
Şervanê kedê: Hogir Amed
Şehîd Hogir ku di têkoşîna gerîla de her wezîfe bi serketî bi cih anî, ji bo zarokên Kurdistanê azad bin, canê xwe feda kir. -
Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta bi Rojava agirê azadiyê
30'ê Hezîrana 1996'an li qada Dersimê bahozek rabû. Zîlan nîşan da ku wêrekiya jinê çawa dikare cîhanê bihejîne. -
Şehîd Bêrîtan Nûrhak Çiya li ser gora xwe hat bibîranîn
Yek ji Fermandariya Eyaleta Gabarê Bêrîtan Nûrhak Çiya ya 23’ê Hezîrana 2024’an de li Gabarê şehîd bûbû, li ser gora xwe ya li Şêxmahmut a navçeya Omeryan a Mêrdînê hat bibîranîn. -
Encamnameya Konferansa Bîr û Edaletê hate eşkerekirin
Encamnameya Konferansa 'Ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet' hate eşkerekirin ku di 21-22'ê Hezîranê de li Amedê pêk hat. -
Ji PJAK'ê peyama ji bo gelê Tirk ê Azerî
Meclîsa PJAK'ê têkildarî hewldanên fitneyê ku dixwazin bixin navbera gelên Kurd û Tirk ên Azerî hişyarî da û destnîşan kir ku wê ji bo xurtkirina girêdana hêja ya navbera Kurd û Azeriyan hêza xwe heta dawiyê bi kar bînin. -
Neam Bedel: Aştî bi hewldanên yekalî nabe
Dayika şehîdekî Şengalê Neam Bedel destnîşan kir pêvajoya aştiyê nikare bi yekalî bimeşe û bang li dewletê kir. -
HPG-NRÇ'ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG-NRÇ'ê gerîlayên ku sala 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyên me Baran, Ferzat, Mûrat û Rojhat bûn ji afirînerên pêşketinên dîrokî û destketiyên heyî." -
Şengal bi xeteriya ziwabûnê re rû bi rû ye
Li gel ku Şengal herêmeke çiyayî ye û derfetên wê yên çêkirina bendavan heye, ber bi bêav bûnê ve diçe. Kêmbûna avê di torên avdanê de û nebûna planên avê yên domdar vê pirsgirêkê giran dike. -
Komxebata 'Rêya ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet' di roja duyemîn de ye
Komxebata 'Rêya ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet' di roja duyemîn de ye, ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve ji bo aştiyeke mayinde ya meseleya Kurd tê lidarxistn. -
Li Şarbajêr droneyek ket
Li navçeya Şarbajêr a Silêmaniyeyê droneyek ket. -
Endamên Heyeta Mexmûrê hatin berdan, lê ambargo hîn jî dewam dike
Endamên Heyeta Mexmûrê ku ji aliyê Iraqê ve li Bexdayê hatibûn binçavkirin, piştî 37 rojan hatin berdan. Lê hîn jî ambargo û rêgiriya Iraq-PDK’ê ya li ser wargehê dewam dike. -
Li Îranê 5 Kurdên din jî hatin girtin
Piştî destpêkirina şerê Îsraîl û Îranê ve dewleta Îranê dest bi pêla binçavkirin û girtina welatiyan kiriye. Di vê çarçoveyê de li Rojhilatê Kurdistanê 5 welatiyên Kurd hatin binçavkirin û heta niha jî çarenûsa wan nediyare. -
Bafil Talabanî bi Nûnerê Taybet ê NY’ê re hevdîtin kir
Serokê YNK’ê ku bi Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbuyî yê li Iraqê Mihemed Hesen re civiya, ragihand ku ew dijî şer û wêrankariyêne. -
Li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo windayan çalakî
ÎHD û xizmên windayan ji bo aqûbeta windayan bipirsin û ji bo darizandina faîlan li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakî lidar xistin. -
Li Silêmaniyê 40 donim şînkahî şewitî
Li herêma Mawest a Silêmaniyê ji ber şewatê 40 donim puş û dar şewitîn. -
Li Amedê ji bo bîranîna Şêx Seîd komxebat tê lidarxistin
Di 100’emîn salvegera qetilkirina Şêx Seîd û hevrêyên wî de li Amedê komxebata bi navê “Li Kurdistanê 100 sal: Heqîqet Edalet û Aştî” tê lidarxistin. -
Berdana Nurcan Aslan hate astengkirin
Tevî ku wextê berdana Nurcan Aslan a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzincanê tê ragirtin derbas bûye, nayê berdan. Berdana wê taloqî 3 mehan hate kirin. -
HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir
HPG-NRÇ’ê diyar kir ku gerîlayê bi navê Şoreş Ewrîn li Xakurkê şehîd bû û got, “Dilsoziya şehîdê me ya bi têkoşînê, wê ji bo me bibe rehber.” -
‘Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wê tevkariyê li aştiya civakî bike’
Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm-Sen a Amedê Duygu Ozbay bal kişand ser zextên li ser Kurdî û got, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wê tevkariyê li aştiya civakî bike.