Înfaza Serhat Bûlût hate şewitandin, hate sirgûnkirin

Girtî Serhat Bûlûtê ku ji berdana wî re 4 meh mabûn, ji Girtîgeha Rihayê sewqî Girtîgeha Xarpêtê hat kirin.

Serhat Bûlûtê ku ji sala 2018'an ve di Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Rihayê de bû, sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a Xarpêtê hat kirin.

Bûlûtê ku di sala 2019'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 8 meh ceza lê hat birin, ji ber ku bertek nîşanî guherandina qawîşa wî de bûn, cezayê dîsîplînê lê hatibû birin û ji ber vê infaza wî hatibû şewitandin.

Bi vê biryarê Bûlûtê ku diviyabû di Kanûna 2023'yan de bihata berdan, taloqî 21'ê Mijdara 2025'an hat kirin.