Li Rojhilatê Kurdistanê 4 Kurd hatin binçavkirin; aqûbeta wan ne diyar e

Hêzên dewleta Îranê li bajarên cuda ên li Rojhilatê Kurdistanê 4 Kurdan bi tundî û bêyî destûra qanûnî binçav kir. Nayê zanîn bê la kesên hatine binçavkirin li ku derê têne girtin.

Polîtîkayên zext û binçavkirinê yên dewleta Îranê li dijî Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin. Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê  têkildarî girtina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dewleta Îranê ve nûçeyek belav kir.

Di nûçeyê de wiha tê gotin: “Di sê rojên borî de çar welatiyên Kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine girtin û ber bi cihekî nediyar ve hatine birin. Welatiyên Kurd, bi karanîna tundiyê û serdegirtina malên wan bêyî fermana dozger hatin girtin.”

Têkildarî nasnameya welatiyên ku hatine girtin û windakirin di nûçeyê de wiha hate gotin; “Kesên ku hatine girtin evin: Hesen Eskiyê Bexdadî ji Pîranşarê, Mihemed Perwaze yê 29 salî ji Merîwanê, Mistefa Rehnema yê 47 salî werzişvan û çalakvanê ji parêzgeha Xorasana Bakur û Yûnis Şerîfî yê 43 salî ji Şînoyê ye.”

Du roj berê, Kampanyaya Sêşemên Na ji bo Darvekirinê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku dewleta Îranê zextên li ser çalakvanên siyasî û endamên girtî yên kampanyayê zêde kiriye.