KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji bo şîna gerîlayê HPG’ê seredaneke girseyî pêk hat
Ji bo şîna gerîlayê HPG’ê Mûsa Kaya ku li Zapê tevlî karwanê şehîdan bibû, seredaneke girseyî pêk hat. Bavê şehîd Mehmet Alî Kaya got: “Ji bo rûmet û şerefa gelê Kurd canê xwe feda kir. Ez serbilind im.’’ -
Li Mûsilê cotkarekî Kurd ji aliyê çeteyan ve hate revandin
Hate ragihandin ku di navbera gundên Gelozî û Qerebeg ên girêdayî navçeya Pirdê ya Mûsilê de cotkarekî Kurd ji aliyê sê çekdaran ve hate revandin ku tê texmînkirin endamên DAIŞ’ê ne. -
TEV ÇAND’ê ragihand ku Agir Serîhildan şehîd bûye
Komîteya TEV ÇAND’ê ragihand ku yek ji endamên Koma Awazê Çiya Agir Serîhildan (Aram Merdanî) 6’ê Çileya 2025’an şehîd bûye. -
Gerîlayên YJA Starê Zîlan bi bîr anîn
Gerîlayên YJA Starê di salvegera çalakiya fedaî ya Zîlan (Zeynep Kinaci) de axivîn û gotin, wê xeta Zîlan her tim ji xwe re bikin esas. -
Karasû: Rêber Apo hîn jî nikare bi rengekî çalak tevlî pêvajoyê bibe, gaveke xweşbîn nehatiye avêtin
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû anî ziman ku tecrîdkirina Rêber Apo bandorê li rêveçûna pêvajoyê dike, lawaz dike û got, divê dewlet tavilê pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bîne. -
HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG-NRÇ’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, “Em ê bibin layiqê bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd û soz didin ku têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin.” -
Bernameya 'Dilê Çiya' her Şemiyê di Stêrk TV de
Bernameya bi navê 'Dilê Çiya' ku qala jiyan û têkoşîna li tunelên şer dike, her Şemiyê saet di 20:00 de di Stêrk TV de tê weşandin. -
Li parêzgeha Silêmaniyeyê 2 drone hatin xistin
Li parêzgeha Silêmaniyeyê ya Başûrê Kurdistanê 2 drone hatin xistin. -
KCK: Em hevrê Fûat bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê Alî Haydar Kaytan (Fûat) di salvegera 7’emîn a şehadeta wî de bi bîr anî. -
Ronahiya li serê çiyê timî şewq dide!
Ew ronahiya çiyê ne ku şewqê didin welatê me. Ew şervan in ku jinan diparêzin, nebî ne ku rûyê zarokan dikenînin, ew şopdarên dilsoz in. Şehîd Ozgur Erdal û Besê Devran Çiya bi wî rengî bûn. -
Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî 'Komkujiya Sêwasê'
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera 32'emîn a Komkujiya Sêwasê daxuyaniyek da û mirovên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. -
Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî
Li Zaxoyê droneyek li kampa Derkarê ket ku şêniyên wê Êzidiyên koçberbûyî ne. Di encamê de dibistana kampê bi temamî şewitî. -
Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê
Li Wargeha Mexmûrê şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) bi wesîleya salvegera şehadeta xwe hate bîranîn. -
Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya
Şandeya KNK’ê, bi armanca xurtkirina yekrêziya Kurd û ji bo hevkariya siyasî li Rojhilatê Kurdistanê bi Partiya Komunîst a Îranê re hevdîtinek pêk anî. -
Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e
Gerîlayên HPG û YJA Starê şehîd Zîlan bi bîr anîn ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê çalakiya fedaî kir û gotin, “Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Rêber Apo, fêhmkirina Zîlan e.” -
Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû
Nayîf Şemo, diyar kir ku madeya 140 a Destûra Iraqê ji bo armancên siyasî dîsa hatiye rojevê û destnîşan kir ku PDK’ê û Heşda Şeebî dixwazin li Şengalê li ser gelê Êzidî serdestî bi dest bixin. -
Nameya Zîlan
Ji bo nameya Zîlan (Zeynep Kinaci) ya ji bo Rêber Apo, ku sala 1996’an li Dersimê çalakiya fedaî kir, li Herêmên Parastinê yên Medyayê klîbek hate amadekirin. -
Şandeya KNK’ê serdana partiyên Rojhilat kir
Şandeya KNK’ê di çarçoveya xebatên yekîtiya neteweyî de li Silêmaniyê serdana du partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir. Di serdanê de pêşketinên li herêmê û yekîtiya neteweyî hate nîqaşkirin. -
Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn: Bila cihê gora wan were eşkerekirin
Şêx Seîd û hevalên wî di sala 100’an a darvekirina xwe de li cihê hatin darvekirin hatin bibîranîn. Di bîranînê de banga eşkerekirina cihê gora wan û pêkanîna edaleta dîrokî hate kirin. -
Bayindir: Yekîtiya neteweyî divê rojeva me ya esasî be
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li kongreya MEBYA-DER'ê axivî û got, "Yekîtiya neteweyî divê rojeva me ya esasî be. Gelê Kurd divê enerjî û hewldanên xwe ji bo pêkhatina kongreya neteweyî bi kar bîne." -
Li Amedê komxebata kedê destpê kir
Li Amedê Platforma Saziyên Demokratîk bi navê 'Komxebata Kedê ya li nava Civaka Demokratîk' lidar xist. -
HPG-NRÇ: Bûn milîtanên fedayî yên Apoyî
HPG-NRÇ’ê 5 gerîlayên şehîd bûne bi bîr anî û got, “Em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku wan dewrî me kirine, bi hişmendiya ku bibin layiqê hemû şehîdên xwe tevbigerin.” -
DBP'ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), di sedsaliya darvekirinê de Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî. -
‘Pêvajo bi rengekî yek alî nameşe’
Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bal kişandin ser girîngiya banga Rêber Apo û got, “Em dixwazin pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî yên gelê Kurd û muxatabên me di çarçoveya banga Rêber Apo de bi diyalogê bêne çareserkirin.” -
Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta bi Rojava agirê azadiyê -VI-
Arîn Mîrkan bi çalakiya fedaî re ya li Girtê Miştenûrê kir, DAÎŞ sekinand; pêşengiya jinê ya li Şoreşa Rojava xist rojeva cîhanê, weke Zîlan (Zeynep Kinaci) û Bêrîtan (Gulnaz Karataş) mîrateya berxwedêriyê ya jinên Kurd dewam kir.