Li Wanê bîranîna dengekî şoreşgerî û şermezarkirina komkujiya Êzidiyan
Li Wanê bi boneya salvegera komkujiya Êzidiyan û şehadeta Hozan Serhat merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.
Li Wanê bi boneya salvegera komkujiya Êzidiyan û şehadeta Hozan Serhat merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.
Li Wanê li eywana ŞanoWanê bi peşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Koma Aryenê bi boneya salvegera qirkirina Êzidiyan a di 3’yê Tebaxa 2014’an de ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibû kirin merasîmeke biranîn û şermezarkirina komkujiyê hate lidarxistin. Her weha di merasîmê de tevî ku çend roj bi ser de derbas bûne jî bi wesîleya şehateda hozanê nemir Şehîd Hozan Serhat jî hate bibîranîn.
Li eywana çalakiyê pankarta bi nivîsa 'Jin, Jiyan, Azadî' hate daleqandin û gelek caran dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Merasîm bi tevlîbûna girseyeke mezin a gel, hunermendan, dayikên aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî pêk hat. Her wiha Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Wanê Mahmûd Yildirim, Gulderen Varli û Gulcan Kaçmaz Sayyigît jî beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê û kesên di qirkirina Êzîdiyan de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir û piştî rêzgirtinê jî girseyê bi berdewamî dirûşmeya “Şehîd Namirin” berz kir.
Merasîmê bi pêşkêşkirina du sînevîzyonan berdewam kir ku yek têkildarî jiyan û têkoşîna Hozan Serhat, ya din jî têkildarî qirkirina Êzidiyan, têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li hemberî çeteyên DAÎŞ’ ê û têkçûna çeteyan bû.
Piştre ji bo biranîna Hozan Serhat li ser dikê helbestek hate xwendin û herî dawiyê jî endamên ciwan ên Koma Aryenê derketin ser dikê û stranên Hozan Serhat û yên têkildarî komkujiyê strîn ku li eywanê di nava beşdaran de bêdengî û hestiyariyeke mezin rû da.