Pêvajoya nû ya ku piştî banga dîrokî ya Rêber Apo destpê kir, bi şewitandina çekan re derbasî serdemeke nû bû. DEM Partî jî ji bo vegotina pêvajoya nû ji gel re û amadekirina gel ji demê re dest bi civînan kir.
DEM Partî bi taybetî li Dersimê li hemberî kiryarên şerê taybet ên dewleta Tirk û zextên psîkolojîk ên li ser gel, kar dimeşîne.
Hevseroka Bajarê Dersimê ya DEM Partiyê Humeyra Tosûn li ser karê li herêmê ji ANF'ê re axivî.
Humeyra Tosûn anî ziman ku li Dersimê gel bi israr li rê rê û rêbazên rêveçûna pêvajoyê dipirse û ji bo karibe bersivê bidin gel, karekî berfireh dikin.
Humeyra Tosûn got, "Eleqeyeke mezin ji bo civînan heye, gel meraq dike bê wê pêvajo çawa bimeşe. Hem hêviyek heye, hem jî fikarek heye; ev herdu hest di nav hev de ne. Mirov pirsên cuda dikin: Gelo dewlet wê gaveke çawa biavêje, kengî biavêje? Qeyûm wê bêne vekişandin an na? Rewşa girtiyan wê çi be? Ji aliyê qanûnî ve wê guhertineke çawa pêk were? Fikarên bi vî rengî hene.
Di civîneke gel de yekî got, 'Di 38'an de çekên me kom kirin û piştre em qetil kirin'. Di nava gel de fikarek heye, lê di heman demê de hêvî jî heye."
'GEL JI TEVGERA AZADIYÊ YA KURD BAWAER DIKE'
Humeyra Tosûn destnîşan kir ku gel herî zêde ji AKP'ê û dewletê bawer nake, li hemberî vê yekê jî ji Tevgera Azadiyê ya Kurd bawer dike û li ser daxwazên gel got, "Belê, aştî divê pêk were, lê belê divê gavên şênber bêne avêtin. Têgihiştineke welê heye ku bawerî bi dewletê û Erdogan nayê, Erdogan wê nexwaze dest ji desthilatdariya xwe berde û li ser vê yekê bazariyê dike.
Paradîgmaya dema nû nîşan dide ku divê her cûre nasname bi hev re bijîn. Di civînan de ku em beşdar bûn, gel vê yekê ji me re dibêje; 'Eger ne ji Tevgera Azadiyê ya Kurd bûya, em nikarîbû ewqasî bi Elewîtiya xwe bijiya'. Ji ber vê yekê li ser berdana çekan fikarek jî heye; ji ber ku wê weke garantiyekê dibînin. Lê belê em vê yekê îzah dikin."
'LI HEMBERÎ KIRYARÊN ŞERÊ TAYBET EM Ê BIXEBITIN'
Humeyra Tosûn destnîşan kir ku bi avêtina gavên şênber re wê hatina gel a ber bi partiyê zêde bibe û bal kişand ser şerê taybet ê dewletê yê li ser Dersimê. Humeyra Tosûn got, "Mirov li qadê pêvajoyê meraq dike; lê belê ji bo bên partiyê li benda gavên şênber in. Di şert û mercên heyî de ji Dersimê koçberî gelekî zêde ye. Di nava salek, du salan de ji 4 heta 6 hezar ciwanan berê xwe dan derveyî welat. Li hin gundan hema bibêjin qet ciwan nîne. Li hemberî vê yekê wê karê me hebe.
Em ê karê xwe yê li dijî rêbazên şerê taybet zêde bikin. Li hemberî narkotîkê me meşek lidar xist. Nêzîkatiya dewletê ew e ku ciwanan ji bajêr dûr bixînin."
Humeyra Tosûn destnîşan kir ku bi destpêkirina pêvajoyê re vegera li gundan destpê kiriye û di vê mijarê de hin pirsgirêk rû didin, ew jî hewl didin bibin alîkar.