Walîtiya Şirnexê ji bo talankirina xwezayê ketina daristanan qedexe kir
Li Şirnexê ku pênc sal in talankirina xwezayê bi awayekî sîstematîk tê kirin, bi hinceta “gumana şewatê” ketina gel a ji bo qadên daristanî heya 1’ê Îlonê hat qedexekirin.
Li Şirnexê ku pênc sal in talankirina xwezayê bi awayekî sîstematîk tê kirin, bi hinceta “gumana şewatê” ketina gel a ji bo qadên daristanî heya 1’ê Îlonê hat qedexekirin.
Li Şirnexê talankirina daristanan ku pênc sal in di bin kontorl a leşkeran û bi destê cerdevanan tê kirin, berdewam dike. Walîtiya Şirnexê bi hinceta “gumana şewatê” qadên daristanî heya 1’ê Îlonê qedexekirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de idia kir ku “Ji ber gerimbûna hewayî û li hember şewatên daristanan qedexeya ketine qadên daristanan” ev biryar wergirtine.
Bi biryara walîtiyê, ketina hemû qadên daristanî yên di nav sînorên bajêrê Şirnexê de ji 22’yê Tîrmehê heya 1’ê Îlonê hat qedexekirin.
QIRKIRINA DARAN 5 SAL IN BERDEWAM DIKE
Li van herêmên ku walîtiyê ketina wan qedexe kiriye, ev pênc sal in di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan qirkirina xwezayê tê kirin. Balkêş e ku walîtiyê ti qedexeyek li ser kesên daran dibirin ne anî, ev biryara qedexeyê jî di serê mirovan de bû sedema pirsyaran. Hin welatiyan diyar kir ku ev biryar ji bo ku cerdevan bi rehetî qirkirina daran bikin hatiye ragihandin.