Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
Dewleta Tirk 5 herêmên li Elkê weke 'herêma ewlekariyê ya demkî' ragihand û ji bo 9 rojan çûn û hatina van herêman qedexe kir.
Dewleta Tirk 5 herêmên li Elkê weke 'herêma ewlekariyê ya demkî' ragihand û ji bo 9 rojan çûn û hatina van herêman qedexe kir.
Walîtiya li Şirnexê herêmên girêdayî navçeya Elkê; Pertevîn, Mêrkitik, Karçana, Kato û Ayranciyê wekî "herêma ewlehiya demkî" îlan kirin. Bi ragihandina biryarê re, ketina herêmên navborî heta 9 rojan hat qedexekirin.
Qedexe dê di 17'ê Tîrmehê de dest pê bike û heya 25'ê Tîrmehê bidome.