Dayika du Şehîdan Nazîme Morsumbul koça dawî kir
Nazîme Morsumbul ku du kurên wê di nava têkoşîna azadiyê de şehîd ketibûn, jiyana xwe ji dest da.
Nazîme Morsumbul ku du kurên wê di nava têkoşîna azadiyê de şehîd ketibûn, jiyana xwe ji dest da.
Li Çewlîkê beriya çend rojan, Morsumbul ji ber ku xwînçûbû ser mîdeyê wê rakiribûn nexweşxaneyê û piştre ji bo nexweşxaneya bajêrê Erzorumê hatibû şandin û li wê derê hatibû emeliyat kirin. Lê wê di 12’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da.
Kurê wê Erdal Morsumbil (Murat) di sala 1996’an de li Amedê, kurê wê yê din Serdar Morsumbul (Seyît Riza) jî di sala 2005’an de li Dersimê şehîd ketibûn.
Nazime Morsumbul a ku di sala 1954’an de ji dayik bûbû, li Çewlîkê di nav civakê de kesayetekî hezkirî bû û bi taybetmendiyên xwe yên welatparêz û berxwedêr dihat naskirin.