4 sal û 8 meh cezayê hepsê li nivîskar Nasir Hemetî hate birîn
Nivîskarê Nasir Hemetî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê dadgeha Îranê ve bi cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin.
Nivîskarê Nasir Hemetî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê dadgeha Îranê ve bi cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin.
Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku nivîskar û helbestvanê Kurd Nasir Hemetî yê xelkê bajarokê Abdanan a ser bi parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê liqa yek a Dadgeha Şoreşê ya Îlamê ve bi 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin.
Di Kanûna 2019’an de Nasir Hemetî ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin û di Hezîrana 2021’an de bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê’ bi 3 sal cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin.