Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Pale Rêvan piştî 6 salan hate radestkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Pale Rêvan ê di sala 2019’an de li Dersimê şehîd bûbû, piştî 6 salan radestî malbata wî hate kirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Pale Rêvan ê di sala 2019’an de li Dersimê şehîd bûbû, piştî 6 salan radestî malbata wî hate kirin.
Cenazeyê gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Pale Rêvan (Abdî Ekmekçî) ê ku 24’ê Hezîrana 2019’an bi hevrêyê xwe Şevger Rojger (Harûn Sune) li Geliyê Harçik ê Dersimê şehîd bûbû, piştî 6 salan radestî malbata wî hate kirin.
Cenazeyê gerîla Pale Rêvan ji Goristana Bêkesan a Meletiyê hate girtin û radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê gerîla Pale Rêvan li navçeya Kop a Mûşê bi tevlîbûna ferdên malbatê hat veşartin.