Li Elkê civînên gel: Em ê barê vê pêvajoyê bi hev re rakin

Di civînên gel ên DEM Partiyê li Elkeyê de hate destnîşankirin ku divê pêvajoya aştiyê bi gel re were meşandin. Parlementer Mehmet Zekî Îrmez wiha got, “Nabe ku ev bar tenê li ser milê Ocalan be.”

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” li Şirnexê berdewam dikin. Di çarçoveya civînan de li gundên Melisê, Bêrmana Jêr û Bêrmana Jor ên navçeya Elkê ya Şirnexê civînên gel hatin lidarxistin. Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî tevlî civînan bû.

Civîn ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê metna qala fikir û rêmanên Rêber Apo li ser pêvajoyê dike ku ji aliyê navenda DEM Partî ve hatibû amadekirin hat xwendin. Piştrê jî parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez li ser pêvajoyê nirxandin kirin.

Mehmet Zekî Îrmez anî ziman ku ew dixwazin li ser pêvajoyê bi gelê xwe re nîqaşan bikin û wiha got: “Divê hemû kes piştgiriya pêvajoyê bike. Divê em barê pêvajoyê tenê li ser milê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehelin. Ew ne tiştekî wîcdaniye. Em ê barê vê pêvajoyê bi hev re hilgirin. Aştî ji şer zehmetir e. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan her tim xwest ku vê pirsgirêke bi rêya demokrasiyê çareser bike. Niha jî birêz Abdullah Ocalan gav avet. PKK’ê ji dilbûna xwe nişan da û gav avet. Edî dora dewletê ye. Divê dewlet jî gavan baveje.”

Welatiyên tevlî civînê bûn jî fikirên xwe anîn ziman. Welatiyekî bertek nîşanî xwesteka dewletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî çekan berde da û destnîşan kir ku Kurd ne di şer de lê hertim li ser masayê windakirine û fikarên xwe anîn ziman.

Civîn bi nîqaşên li ser pêvajoyê bi dawî bû. Bi civînên Elkê re bi giştî li Şirnexê 79 civîn hatin li darxistin.